Yildiz ê bi giranî birîndar bû sewqî Amedê hate kirin

Li Nisêbînê ciwanê bi navê Abdulbasît Yildiz ê ku duh ji aliyê hêzên dewletê ve bi giranî hatibû birîndarkirin, sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hate kirin.

Li Nisêbînê ciwanê bi navê Abdulbasît Yildiz ê ku duh ji aliyê hêzên dewletê ve bi giranî hatibû birîndarkirin, piştî 3 emeliyat jî derbas kir rewşa wî hê girantir bû û ji ber vê ew sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hate kirin.

 

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê li Taxa Zeynel Abidîn ciwanê bi navê Abdulbasît Yildiz (20) ku ji aliyê hêzên dewletê ve ji ranê xwe birîndar bû, ji dûh ve heta niha 3 emeliyatên giran derbas kir. Piştî ku duh Yildiz, li Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê hatibû emeliyatkirin, ji ber ku rewşa wî giran bû ew sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hatibû kirin. Yildiz li Mêrdînê jî 2 caran hate emeliyatkirin û hate hînbûn ku rewşa wî giran e û gelek xwîn winda kiriye.

 

JI BER XETERIYA JIYANÎ SEWQÎ AMEDÊ HATE KIRIN

 

Yildiz ê li beşa lezgîn ya nexweşxaneyê dihat ragirtin, ji ber rewşa wî girantir bû ew sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hate kirin. Birayê Yildiz, Bîlal Yildiz destnîşan kir ku birayê wî xeteriya jiyanî ji ser xwe navêtiye û got ku hêviya wan tenê ew e ku birayê wî baş bibe. Yildiz anî ziman ku ji ber êrîşan birayê wî gelek xwîn winda kiriye û bi mirinê re rû bi rû maye.