Sûr bi temamî hat qedexekirin
Navçeya Amed Sûr, ku ev 64 roj in derketina derve lê qedexe ye, bi temamî hat qedexekirin.
Navçeya Amed Sûr, ku ev 64 roj in derketina derve lê qedexe ye, bi temamî hat qedexekirin.
Navçeya Amed Sûr, ku ev 64 roj in derketina derve lê qedexe ye, bi temamî hat qedexekirin. Tevî 11 taxên derketina derve lê qedexe ye, li 4 taxên mayî jî derketina derve hat qedexekirin.
Li gorî daxuyaniya nivîskî qeymeqamtiya Tirk a li navçeya Sûrê, li taxên Camîî Kebîr, Camîî Nebî, Îskenderpaşa û Melîkahmetê, ji saet 00:00 ê 03.02.2016'an û pê ve heta fermaneke duyemîn derketina derve hatiye qedexekirin.
Bi vî rengî li 15 taxên Sûrê derketina derve ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye qedexekirin.