Ciwanên Kelarî: Em ê jî tevlî nava refên YPS'ê bibin
Piştî ciwanên ji Daquq, Kerkûk, Xurmatû û Kîfrî yên Başûrê Kurdistanê Kurdistanê, ciwanên ji Kelarê jî destek dan YPS'ê ya li Bakurê Kurdistanê bi mehan e li dijî êrîşên dewleta Tirk bi heybetî li ber xwe dide.
ANF
KELAR
çarşem, 3 reşemiyê 2016, 07:10
Piştî ciwanên ji Daquq, Kerkûk, Xurmatû û Kîfrî yên Başûrê Kurdistanê Kurdistanê, ciwanên ji Kelarê jî destek dan YPS'ê ya li Bakurê Kurdistanê bi mehan e li dijî êrîşên dewleta Tirk bi heybetî li ber xwe dide.
Ciwanên bi navê "Ciwanên fedayê azadiya gel", li navçeya Kelar a herêma Germiyanê daxuyaniyek dan çapemeniyê û gotin, "Li dijî dagirkeriya Tirk, me biryar dan di nava berxwedana xwerêveberiyê ya dîrokî ya li bajarên Kurdan cih bigirin."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku qedandina dagirkeriya Tirk li xaka Kurdistanê bi berxwedanê dibe û hat ragihandin, êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirinê û polîtîkaya dagirkirina çar parçeyên Kurdistanê, bi mezinkirina berxwdana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê dikare were şikandin. Di vê çarçoveyê de bang li ciwanên li Başûrê Kurdistanê hat kirin, ji bo xwedî li berxwedana li Bakurê Kurdistanê derkevin û vê berxwedanê mezin bikin.
'LI DIJÎ DAGIRKERIYA TIRK EM Ê TEVLÎ BERXWEDANA XWERÊVEBERIYÊ BIBIN'
Ciwanan dan zanîn, li gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê berxwedaneke dîrokî li dijî dagirkeriya Tirk nîşan didin û hat gotin, "Di destpêkê de, em ji Başûrê Kurdistanê, berxwedana xwerêveberiyê ya dîrokî ya li dijî dagirkeriya Tirk tê meşandin silav dikin. Berxwedana xwerêveberiya demokratîk a gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê dimeşîne, ji bo me berxwedaneke dîrokî ye. Ji ber ku ev berxwedan garantiya azadiya gelê Kurd e. Li dijî dagirkeriya Tirk me biryar dan di nava berxwedana xwerêveberiyê de cihê xwe bigirin û li ber xwe bidin."
'WEHŞETA DEWLETA TIRK WÊ BÊBERSIV NEMÎNE'
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, êdî ti hêz wê nikaribe gelê Kurd parçe bike û bi rê ve bibe û hat gotin, "Bila dijminên Kurdan vê baş zanibin; Kurd gihaştine asta hest û hişmendiya neteweyî. Êdî ti kes nikare me parçe bike û bi rê ve bibe. Em ê ti carî destûra vê nedin. Çawa ku me bi hev re Başûrê Kurdistanê azad kirin, çawa ku me Rojavayê Kurdistanê azad kirin, em ê bi hev re Bakurê Kurdistanê jî azad bikin. Wehşeta çeteyên AIŞ'ê li Bakurê Kurdistanê li gelê me dike, wê ti carî bêbersiv nemîne."
'ERDOGAN JI BO BIBE SÛLTAN ÊRÎŞÎ GELÊ KURD DIKE'
Ciwanan gotin, "Erdogan ji bo nêrîna xwe ya Neo Osmanî bixe meriyetê û ji bo daxwaza xwe ya bûyîna sûltan bi civakê re bide qebûlkirin, bi rêbazên hovane êrîşî gelê Kurd dike, bi tirsandina civakê re dixwaze teslîm bigire" û dan xuyakirin, ku hewesa sûltaniyê ya Erdogan wê di ber de bimîne.
'DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK BI MEZINKIRINA BERXWEDANÊ RE DIKARE WERE ŞIKANDIN'
Ciwanên Kelarî di dawiya daxuyniya xwe de ragihandin, êrîş û polîtîkayên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, bi tevlîbûna li nava refên berxwedanê û mezinkirina berxwedanê re dikarin bên şikandin û gotin, "Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirinê û polîtîkaya xwe ya ji bo dagirkirina çar parçeyên Kurdistanê, bi mezinkirina berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê re dikare were şikandin. Di vê çarçoveyê de pêwîste ciwanên ji Başûrê Kurdistanê xwedî li berxwedana li Bakurê Kurdistanê derkevin û vê berxwedanê mezin bikin. Weke ciwanên ji Kelarê û navçeyên din ên Başûrê Kurdistanê, em tevlî biryara ciwanên welatparêz ên tevlîbûna li nava refên YPS'ê û mezinkirina berxwedanê deklere kirine û destekê didin vê biryarê. Azadiya Kurdistanê bi azadiya Bakurê Kurdistanê re dibe. Di vê çarçoveyê de em tevahiya gelê Kurd ê bi şeref ê li ber xwe dide, silav dikin."
'YA BI SER BIKEVE WÊ GELÊ KURD Ê BI ŞEREF BE'
Piştî daxuyaniyê ji ciwanan Şerko Kelarî, Amanj Hewre û Serdar Germiyanî ji ANF'ê re axivîn.
Şerko Kelarî: Weke ciwanên Kelarî em berxwedana li Bakurê Kurdistanê silav dikin û dibêjin; em her tim li cem gelê xwe ne. Weke xwişk û birayên xwe yên li navçeyên din me îro biryar dan tevlî şoreşa Bakurê Kurdistanê bibin. Berdêla xwe çi dibe bila bibe di nava refên YPS'ê de em ê gelê xwe ji êrîşên dewleta Tirk biparêzin. Di vê çarçoveyê de em bang li tevahiya ciwan û aliyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê dikin, ku li dijî van pêkanînên wehşî yên dewleta Tirk û AKP'ê derkevin. Ya bi ser bikeve wê gelê Kurd ê bi şeref be.
Serdar Germiyanî: Weke ciwanên Kelarî me biryar dan tevlî nava şoreşa Bakurê Kurdistanê bibin. Çawa ku herêma Germiyanê beriya niha ji tevahiya şoreşên Kurd re pêşengî kir, divê weke ciwanên Germiyanî jî em vê kevneşopiyê bidomînin. Girîng e hemû ciwanên Kurd xwedî li berxwedana li Bakurê Kurdistanê derkevin. Pêvajoyên şoreşê bi êş û jan e. Berdêl divê. Lê belê gelê me wê ji rêya azadiya Kurdistanê bi ti awayî venegere. Pêwîste ciwanên Kurd bi vê bîr û baweriyê tevlî şoreşa Bakurê Kurdistanê bibin. Şoreşa Bakurê Kurdistanê şoreşa çar parçeyên Kurdistanê ye.
Amnaj Hewre: Weke ciwanên Kelarî em radigihînin ku em li cem şoreşa Bakurê Kurdistanê ne. Em gelek in û yek dil in. Ji bo pêkanîna şoreşa li Bakurê Kurdistanê em amade ne wezîfeya dikeve ser milê xwe bi cih bînin. Di vê mijarê de em bi ti awayî dudil nînin.