Cenazeyê Sadettîn Ege yê ku piştî li Taxa Dîcle ya Şirnexê hat qetilkirin bi rojan cenaze hat wergirtin û piştre bi talîmata Walîtiya Şirnexê hat revandin û li Kasrîkê hat defnkirin, ber bi Dêrikê derket rê.
Derket holê ku cenazeyê Sadettîn Ege yê ji ber êrîşên hêzên dewleta Tirk ên li Şirnexê cenaze hefteyekê nehat wergirtin di bin berfê de ma, piştre bi hinceta “têkîlî bi malbatê re çênabe” cenazeyê wî hat revandin, ji aliyê polîsan li Goristana Bajarokê Kasrîkê hatiye defnkirin. Malbata Ege piştî rojan ji rewşê agahdar bûn, hatin Kasrîkê û di bin çavdêriya leşkeran de gor vekirin û cenazeyê zarokê xwe girtin. Malbata cenaze wergirt ji bo ber bi rêwîtiya dawî oxir bikin, cenaze birin Dêrikê.