Daşkan ê li Edeneyê ji aliyê polîsên Tirk hat qetilkirin ji aliyê hezaran hat oxirkirin

Mûrat Daşkan ê duh êvarî li Edeneyê ji aliyê polîsên Tirk hat qetilkirin bi merasîmeke girseyî ve ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin.

Mûrat Daşkan ê duh êvarî li Edeneyê ji aliyê polîsên Tirk hat qetilkirin bi merasîmeke girseyî ve ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin. Dayik Şukran Daşkan di cenazeya kurê xwe de wiha feryat kir: “Em zimanê xwe, mafên xwe dixwazin. Heta kengî wê zarokên me bimirin. Heta kû derê şer. Êdî bila ev şer bi dawî bibe.” 

Mûrat Daşkan ê 19 salî duh li Edeneyê bi êrîşa polîsan a li ser çalakiyên protestoya li dijî qetlîamên li Kurdistanê bi guleya ji çeka polîsên Tirk hat qetilkirin, bi merasîmek girseyî ve ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin.

Piştî karên otopsiyê yên li Saziya Tipa Edlî, cenaze ji aliyê malbata Daşkan hat wergirtin, destpêkê anîn malê û helaltî ji cîranan hat xwestin. Cenaze di ketina taxê de ji aliyê bi sedan kesî bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” hat pêşwazîkirin, esnafan dikanan venekirin û li hember cînatetê bertekên xwe nîşan dan. 

Cenazeyê Daşkan ji bo wecîbeyên olî anî Mizgefta Muslumanlik a li taxê, dema cenaze diha mizgeftê endamên malê û xizman bi êşê ji ser mejiyên xwe çûn.

Piştî karûbarên olî darbesta Daşkan li wesayîta cenaze hat siwarkirin û ber bi Goristana Kuçukboga derxistin rê. Li pêy wesayîta cenazeyê bi hezaran kes meşiyan.

Di meşê de pankarta, “Mûrat Daşkan Nemir e” û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin rakirin, dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Rêheval Mûrat Nemir e”, “Şehîd Namirin” û “PKK’e Gel E Gel Li Vir E” hatin berzkirin.

Beriya bigihêjin goristanê hevalên Daşkan darbest ji wesayîtê daxistin û hilgirtin ser milên xwe, heta goristanê meşiyan.
Bi hatina goristanê ve ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê malbat û xizmên Daşkan ên li ser darbestê rondik barandin, darbest hembêz kirin û lorandin. Ev dem kêliyên hestiyar da avakirin.

Berdevkê Edeneyê yê MEYA-DER’ê li vir axaftinek kir, destnîşan kir ku wê bibin şopdarê têkoşîna Daşkan.
Dayika Daşkan Şukran Daşkan jî li ser darbesta kurê xwe lorand, qetilkirin lenet kir. Dayik Daşkan wiha axivî: “Bes e Erdogan, êdî bes e. Em zimanê xwe, mafên xwe dixwazin. Heta kengî wê zarokên me bimirin. Heta kû derê şer. Êdî bila ev şer bi dawî bibe.” 

Cenazeyê Daşkan di rondikan û lorikên Dayik Daşkan de bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” spartin axê. Piştî karên defnê beşdarvanên merasîmê ji goristanê veqetiyan, malbata Daşkan jî li Qewserêya Karasû di konê taziyeyê de sersaxî qebûl kirin.