Dilê wî êrîş ranekir

Nûrettîn Çagli (74) ê ku di êrîşên qirkirinê yên li Cizîrê de 1’ê Çileyê ji ber top li mala wî ket bi giranî birîndar bû, di encama qrîza dil de jiyana xwe ji dest da.

Nûrettîn Çagli (74) ê ku di êrîşên qirkirinê yên li Cizîrê de 1’ê Çileyê ji ber top li mala wî ket bi giranî birîndar bû, di encama qrîza dil de jiyana xwe ji dest da.

Nûrettîn Çagli (74) ê ku di êrîşên qirkirinê yên li Cizîrê de 1’ê Çileyê ji ber top li mala wî ket ji lingê xwe birîndar bû, di encama qrîza dil de jiyana xwe ji dest da. Çagli roja birîndar bû ji ber polîsan nehiştin ambûlansa serwîsa lezgîn a 112 bikeve taxê, demek dirêj li cihê birîndarbûyî li erdê ma û bi alîkariya derdor teslîmî ambûlansa li Cadeya Orhan Dogan hatibû kirin.

Çagli yê ku piştî tedawiyê li mala xizmekî xwe ma, dilê wî li ber êrîşan xwe negirt.

Çagli ji aliyê malbat û xizmên wî li Gundê Qiris ê Cizîrê hat defnkirin.