Hêzên dewleta Tirk alavên berxwedêrên li Girêmîra dizîn

Polîs û leşkerên Tirk ên domahiya rojê êrîşî meşvanên Botanê kir, ketin Mala Gel û li vir pere, alavên elektronîk û alavên din ên bi biha dizîn.

Polîs û leşkerên Tirk ên domahiya rojê êrîşî meşvanên Botanê kir, ketin Mala Gel û li vir pere, alavên elektronîk û alavên din ên bi biha dizîn.

Hêzên dewleta Tirk ji sibehê ve bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî bi sedan kesên ku li dijî dorpêça li Cizîrê hatine Taxa Girêmîra ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, ketin Mala Gel a ku berxwedêr lê dimînin û dizî kirin. Polîs û leşkerên ku 147 kes binçav kirin, devê çenteyên li mala gel vekirin, alavên bi nirx ên berxwedêran dizîn.

Hate diyarkirin ku hêzên dewleta Tirk pereyên di cuzdanan, alavên elektronîk û yên xwedî biha dizîn.

Beriya niha jî tîmên taybet ên ketibûn mal û şaredariya li Silopiyayê malê gel talan kiribû, pere, zêr û alavên xwedî bihayekê dizîbûn.