Li derdora Bendava Tişrînê şûnwarên dîrokî hat dîtin

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), li başûrê Bendava Tişrînê şûnwarên dîrokî dîtin.

Şervanên HSD'ê bi operasyonên xwe yên di 26'ê Kanûna 2015'an de destpê kirin re, li başûrê Kobanê Bendava Tişrînê û gelek nuqteyên stratejîk ên li derdora vê derê azad kirin.

Şervanên HSD’ê dema başûrê Bendava Tişrînê ji komên çete paqij dikirin, rastî şikeftekê û bermahiyên kelehekê hatin. Piştî ku şervanan naskirin ev devereke dîrokî ye, parastina wê deverê zêde kirin û fermandariya xwe agahdar kirin.

Devera hatiye vedîtin ew e, ku hin mal di bedena zinarekî binerd de hatine kolandin. Her wiha gelek bermahiyên dîwarên kelehan jî li heman deverê hatin vedîtin.

Devera hatiye vedîtin dîroka wê yan vedigere kîjan şaristaniyê ne diyar e. Her wiha ne diyar e ku çeteyên DAIŞ'ê tiştek jê dizî ne yan na.

Welatiyên herêmê destnîşan kirin ku di dema rejîma Baasê û piştre çeteyên DAIŞ’ê de, çûndina vê deverê qedexe bû û gotin ku piştî rejîm ji herêmê reviya hin şivanên herêmê pezên xwe di van şikeftan de diparastin.

Şervanê HSD’ê Elîşêr der barê vê deverê de got: "Piştî ku me herêm ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir, di lêgerîna me ya kunên çeteyan de em rastî van şikeftan hatin. Em derbasî hin şikeftan bû û hin şikeftên din ji ber gumana ku dibe çeteyan ew mayîn kiribin, em derbas nebûn. Şikeftên em derbasî wan bûne, wekî malan di hundirê zinar de hatine kolandin."

Endamê fermandariya eniya bendava Tişrînê ya HSD’ê Egîd Kobanê jî der barê heman mijarê de ragihand ku wan li devera Bendava Tişrînê gelek deverên şûnwarên dîrokî vedîtine û piştî piştrast bibe ku metirsiya mayîna li van deveran tine ye, ew ê rê bidin dîroknas û pisporên şûnwaran, da ku van deveran lêkolîn bikin.

Egîd Kobanê di berdewama axaftina xwe de got yek ji erkên wan ew e ku dever û şûnwarên dîrokî yên herêmê biparêzin.

...