Kurdên li Parîsê wê komployê bi meşeke dirêj protesto bikin

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn xwe amade dikin, komploya navneteweyî di salvegera 17. de bi awayekî girseyî şermezar bikin.

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn xwe amade dikin, komploya navneteweyî di salvegera 17. de bi awayekî girseyî şermezar bikin. Li paytexta Fransa Parîsê wê bi dirûşma "Em ji bo azadiya Serok Apo bimeşin, ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statu" meşek dirêj a 2 rojan were lidarxistin.

Hevserokatiya Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ji bo çalakiya 10 û 11'ê Sibatê ya ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî, banga tevlîbûnê kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, di sala 17. a komploya 15'ê Sibatê de tê dîtin ku hêzên komploker hînê dest ji komployê bernedane, polîtîkaya asîmîlasyon û tinekirina fîzîkî bi rê û rêbazên cuda didomînin û hat gotin, "Ev yek bi polîtîkaya qirkirinê û komkujiyên dewleta Tirk îro li Kurdistanê dike, careke din derketiye holê."

Hevserokatiya CDK-F da xuyakirin ku gelê Kurd û dostên Kurdan wê bi berxwedana xwe ya li her qadên jiyanê re, komploya dikeve sala 17'an pûç bikin û got, "Di 15'ê Sibata 2016'an de, li çar aliyên cîhanê wê komplo bi çalakiyên cuda bê şermezarkirin, komploker careke din werin lenetkirin û li dijî hêzên êrîşkar ên navneteweyî û dagirker, ku li dû komployê ne, wê deng bê bilindkirin.

Mîna li gelemperiya Ewropayê wê li Fransayê jî di vê çarçoveyê de hin çalakî werin lidarxistin. Yek ji van çalakiyan jî meşa dirêj a 2 rojan e. Meş wê ji du herêmên cuda yên Fransayê bi 2 baskan bê kirin. Meşvan wê li nuqteyekê bigihêjin hev û ber bi Parlamenta Neteweyî ya Fransayê ve bimeşin. Di vê meşê de wê daxwaza ji bo azadiya Serok Apo were bilêvkirin, polîtîkaya qirkirinê ya dewleta AKP li hemberî gelê Kurd dimeşîn bê şermezarkirin û di vê çarçoveyê de bi şaredar, saziyên civakî yên sivîl û parlamenteran re wê hevdîtin werin kirin.

Li ser vê bingehHê em bang li gelê xwe û dostên xwe yên li Bakurê Fransayê dijîn dikin ku beşdarî meşa dirêj a 2 rojan ji 2 baskan a bi dirûşma 'Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu' bibin."

Plana çalakiyê bi vî rengî ye:

BASKÊ YEKEMÎN
Cihê kombûnê: Navenda Civaka Demokratîk li Villeneuve-Saint Georges 
Roja destpêkirin: 10'ê Sibata 2016
Saeta destpêkirinê: 10:00
Herêmên cihê xwe di nava baskê yekemîn de bigirin: Parîs1, Evry , Normandya, Komeleya Sînemelî, Tev-Çand û dostên Kurdistaniyan

BASKÊ DUYEMÎN
Cihê kombûnê: Navenda Civaka Demokratîk li Villiers Le Bel
Roja destpêkirin: 10'ê Sibata 2016
Saeta destpêkirinê: 10:00
Herêmên cihê xwe di nava baskê duyemîn de bigirin: Parîs2, Creîl, FEDA, Mala Pazarcixiyan. Meclîsa Govendê û dostên Kurdistaniyan

MÎTÎNGA NAVENDÎ
Dem: 11'ê Sibata 2016
Saet: 16:00
Cihê kombûnê: Pêşiya Parlamentê