Bajarê Hz. Nûh bi tankan tê xerakirin

Nûnerê Cizîrê yê Weqfa Çand û Hawirdorê Dîroknas Abdulcebar Îgdî diyar kir, ji ber êrîşa bi tankan qadên dîrokî xera bûne û got, "Piştî Tofana Nûhê, karesata herî mezin niha tê serê Cizîrê."

Li Cizîrê, ji ber qedexeya derketina derve ya zêdeyî du meh in dewam dike, bajarê dîrokî yê 4700 salî tê xerakirin. Nûnerê Cizîrê yê Weqfa Çand û Hawirdorê Dîroknas Abdulcebar Îgdî diyar kir, ji ber êrîşa bi tankan qadên dîrokî xera bûne û got, "Piştî Tofana Nûhê, Cizîr niha bi hilweşîna herî mezin re rû bi rû ye. Piştî Tofana Hz. Nûh karesata herî mezin niha tê serê Cizîrê."

Ji ber konsepta şer a hikûmeta AKP'ê li Kurdistanê dimeşîne, bajarên dîrokî yên ji hezaran salî, bi tank û topan tên tinekirin. Bajarê kevnare Cizîr a 4700 salî yê hatiye dorpêçkirin, bi tank û topan tê xerakirin.

Nûnerê Cizîrê yê Weqfa Çand û Hawirdorê Dîroknas Abdulcebar Îgdî da xuyakirin, ku Cizîr yekemcar e li êrîşeke ewçend hilweşîner rast tê. Îgdî da zanîn, divê sazî û weqfên parastina hebûnên çandî bikevin nava tevgerê û got, "Di dîroka Cizîrê de bi taybetî di dema Îslamiyetê de, her sê salan carekê hat hilweşandin. Ji ber ku bajarekî kozmopolît û ji gelek çandan bû, ji ber ku li cihekî derbasbûnê bû, weke navendedek bazarê bû. Bajarekî ku her tim bi şer û hilweşînê re rû bi rû maye. Ji Mogolan heta roja îro gelo hilweşînek di vê astê de pêk hat? Di salên 1500 de hilweşîn û nexweşiyên şewbê bi serê Cizîrê de hat. heta salên 1900 ev yek hat. Lê belê ji dema komarê û vir ve, her çend gelek caran serî rakir jî cara yekê ye di vê astê de rastî hilweşîneke mezin tê."

Îgdî bibîr xist, ku Cizîr xwedî dîrokek ji 4700 salî ye û got, "Cizîr ev 4700 sal in xwedî cihekî navendî ye. Di mîtolojiya tofana Nûhê de weke Girava Dilmun tê bilêvkirin. Di Desteya Gilgameş de jî bi vî rengî navê Cizîrê derbas dibe. Tevî ku heta niha têkildarî wê ti xebateke arkeolojîk nehatiye kirin jî 'Girava Dilmun' a weke Cizîra kevn tê naskirin û Girava Cizîra Botan ku tê wateya 'Bot'a li ser avê, ji Hz. Nûh heta roja îro malovanî ji gelek çandan re kiriye. Timî ji herêmê re bûye bajarekî navendî. Ji ber Çemê Dîcleyê yê ji Cizîrê derbas dibe, di navbera Mûsil-Amedê de weke navendeke derbasbûnê ya bazirganiyê hatiye bikaranîn. Her wiha weke deriyê Deşta Dêrik-Nisêbînê jî hatiye dîtin. Ji gelek şaristaniyan re bûye paytext. Piştî Tofana Nûh, bi karesat û hilweşîna herî mezin re niha rû bi rû ye."

Îgdî diyar kir, Cizîra bi tankan tê bombekirin weke bajarê ronakbîriya Kurd tê naskirin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Dema mirov çanda Cizîrê binirxînin, derdikeve holê ku navendek ji çanda Roma, çanda Bîzans, çanda Sasanî, çanda Osmanî, çanda begên herêmî û navendeke konfederasyonên roja îro ye. Di dîroka Îslamê de cihê ku herî zêde ji helbestvanên Kurd re bûye mijar Cizîr e. Cizîr, di zimanê Kurdî de cihê afirandina ekola zaravayê Kurmancî ye. Meleyê Cizîrî dîwana xwe li vir nivîsand, Ehmedê Xanî hat Cizîrê û 14 salan destana Mem û Zîn nivîsand, Feqiyê Teyran dîwana xwe li vir nivîsand, Meleyê Batê beşeke mezin a dîwana xwe li vir nivîsand. Lewma bajarê ronakbîriya herêmê ye. Kurd xwe weke xwediyê Cizîra Botan dibînin. Dema berî û piştî mîrên li vir tê zanîn. Di dema damezrandina Komarê de Ataturk di axaftina xwe ya li Cizîrê de qala 'Fermandariya Cizîrê' dike. Beriya wê di salên 1500 de efsaneya Keleha Birca Belek heye, Mem û Zîn heye, destana Mem û Zîn a Memê Alan heye ku Kurd 3 hezar sal in bi kar tînin. Îro li binê her kevir, her tax û her keleha li Cizîrê çîrokek heye. Ev çand ji aliyê gelekî qedîm ve hatiye afirandin."

Îgdî anî ziman, ku bi qedexeya derketina derve ya zêdeyî 2 meh in dewam dike û rê li ber mirina mirovan vekiriye, tê xwestin ku dîroka bi hezaran salan ji holê bê rakirin û got, "Ji ber ku qedexeya derketina derve li Cizîrê dewam dike, em asta xisara lê bûye nizanin. Duh topek li Mizgefta Seyîdan a 470 salî ket. Her wiha Mizgefta Mezin bû hedefa guleyan. Xisar gelekî mezin e. Li vê derê, berhemên çandî ji holê tên rakirin. Çanda me bi tinebûn3e re rû bi rû ye Li bajarê ku tankan dane navê, hilweşîneke mezin heye. Dîroka gelekî tê tinekirin û mîrateyeke ji nifşên nû re bimîne, ji holê tê rakirin."

...