Li Viyanayê çalakiya kon

Li paytexta Avusturya Viyanayê bi armanca protestokirina dewleta Tirk a li ser Kurdistanê di peşengiya PYD’ê de li peşiya parlamentoyê çalakiya kon destpekir.

Li paytexta Avusturya Viyanayê bi armanca protestokirina dewleta Tirk a li ser Kurdistanê di peşengiya PYD’ê de li peşiya parlamentoyê çalakiya kon destpekir.

Bi armanca balkişandina ser qirkirinên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê di peşengiya PYD’ê de li peşiya parlamentoya li paytexta Avusturya Viyanayê çalakiya kon destpê kir. Di domahiya çalakiyê de belavokên Elmanî û Îngîlîzî hatin belavkirin.

Li derdora kon jî wêneyên Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, PYD, KCK, Ciwanên Azad û wêneyên kolanên ku di serî de Sûr, Cizîr û Silopiya yên  di encama êrîşên dewleta Tirk de hilweşiyane hate pêşandan.

Çalakiya kon di rojên  pêş de jî wê dewam bike.