Gelo birîndarên li Cizîrê hatine înfazkirin? -HAT NÛKIRIN

Di hesabên medya civakî yên AKP'ê de, wêneyên cenazeyên 8 kesên hatine înfazkirin, hatin weşandin.

Ji birîndarên ev 12 roj in li jêrzemîna avahiyek li taxa Cûdî ya Cizîrê asê man e, ev 4 roj in agahî nayê girtin.

Di hesabên medya civakî yên AKP'ê de, wêneyên cenazeyên 8 kesên hatine înfazkirin, hatin weşandin.

Parlamenterên HDP'ê herî dawî 3 roj berê, di dema hevdîtina bi rayedarên Wezareta Karên Hundir de, bi birîndaran re axivî bûn.

DENG JÊ NEHAT...

Dayikên birîndaran jî di nav de 10 jin berî du rojan bi bilindkirina alên spî re çûbûn avahiya birîndar lê asê man e û li hewşa vê avahiyê ji aliyê hêzên dewletê ve hatibûn girtin. Ji van jinan Ayşe Guven diyar kiribû ku qatên duyemîn û sêyemîn ên avahiyê hilweşiya ne û gotibû, "Kolan nemabû. Me bi destê hev girtin û em çûn cem avahiyê. Qatên duyemîn û sêyemîn ên avahiyê bi temamî hilweşiya bûn. Avahiyên li derdora avahiyê jî hilweşiya bûn. Ti kes nikare ji wir derkeve. Avahî ji aliyê tankan ve hatiye dorpêçkirin. Dema me rewşa avahiyê dîtin, em tirsiyan. Kolan cihê tirsê bû. Tiştekî bi navê kolanên emabû. Li gelek xaniyên nêzî avahiyê şewat derketibû. Kêm mabû em ê biketina hundirê avahiyê. Bi kepçeyê ax rijandibûn dora avahiyê. Me kir qîrîn û hawar, me bang kir. Me got belkî em dengê zarokên xwe bibihîzin, lê deng jê nehat."

DI HESABÊN MEDYA CIVAKÎ YÊN AKP'Ê DE WÊNEYÊN WEHŞETÊ HATIN WEŞANDIN

Duh bi şev di hesabên medya civakî yên AKP'ê de, cenazeyên tê îdîakirin ên li Cizîrê de wêneyên wan hatin weşandin. Di van wêneyan de cenazeyên 8 kesan tên dîtin. Lê belê nehat zelalkirin bê ev cenaze yên li jêrzemîna avahiya li Cizîrê ne yan na.

Ji ber ku îşkence li cenazeyan hatine kirin, nayên naskirin.

ÎŞKENCE LI CENAZEYAN HATIYE KIRIN

Di vê navberê de, otopsiya cenazeyên 1 jê jin 6 kesan ên du roj berê li Cizîrê hatin dîtin li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê dewam dike.

Şahideke/î bûyerê ku bi Parlamentera HDP'ê Leyla Bîrlîk re ji bo teşxîskirina cenazeyan duh çû morga nexweşxaneyê got, "Bi îhtimala ku yek ji xizmên min be ez çûm morgê. Li wir 6 cenaze hebûn. Du cenaze bi temamî şewitî bûn. Yek ji 6 cenazeyan cenazeya jinekê bû. Ji bo teşxîsê em çûn morgê. Lê belê ji ber ku cenazeyan gelekî zerar dîtine, me ew nas nekir. Wêneyên hatine weşandin yê cenazeyên li morgê ne. Min bi tenê karîbû li rûyê cenazeyan binêrim. Du ji wan bi temamî şewitî bûn. Rewşa cenazeyan nayê vegotin."