'Viyanbûyîn dildariya azadiyê ye'

Di 17. salvegera komploya navneteweyî de, Viyan Soran a di 2'ê Sibata 2006'an de ji hêzên komploker re got 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' û çalakiya fedaî pêk anî, ji aliyê hevrêyên xwe ve hat bîranîn.

Di 17. salvegera komploya navneteweyî de, Viyan Soran a di 2'ê Sibata 2006'an de ji hêzên komploker re got 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' û çalakiya fedaî pêk anî, ji aliyê hevrêyên xwe ve hat bîranîn.

Hevalên wê yên bi bandora têkoşîna Viyan Soran tevlî têkoşînê bûn û navê wê rakirin, tevkariya Viyan Soran li têkoşîna azadiyê û xeta wê ya ji bo gelê Kurd û tevgera jinê ji ANF'ê re nirxandin.

Gerîlay YJA Starê Viyan Serhat: Viyanbûyîn, di asta dildarî û eşqê de dilsoziya bi demokrasî, azadî û paradîgmaya nû ye. Viyanbûyîn, dijderketina li kevneperestî û dogmatîzma Rojhilata Navîn, bûyîna xwedî sekneke jinê ya azadîparêz û serbixwe ye. Çawa ku hevala Bêrîtan hevkariya bi dijmin re qebûl nekir, xiyanet qebûl nekir û xwe ji zinêr avêt, çawa ku Xwedawend Zîlan di sala 1996'an de li dijî komploya li hemberî Rêbertî bedena xwe kir bombe û di dilê dijmin de teqand, çalakiya hevrê Viyan jî li hemberî armanca bi tenêhiştin û bêbandorkirina Rêbertî, rexnedayîna hevrêtiya kêmmayî bû.

'YA KU VIYAN KIR VIYAN DILSOZÎ Û HEVRÊTIYA WÊ YA BÊDAWÎ BÛ'

Navê min Viyan Serhat e. Di sala 2007'an de tevlî nava refên gerîla bûm. Beriya tevlî bibim, min hevala Viyan nas nedikir. Hevalên li herêma Tendurekê navê Viyan li min kirin. Dema min li hevala ku navê wê radikim pirsî û xwest bizanibim di nava vê dozê de temsîla çi dikim, ji min re qla çîroka jiyana wê kir. Ji ebr ku hevaleke ciwan a ji Başûrê Kurdistanê bû û dilsoziya wê ya bi Rêbertî û tevgera azadiyê gelekî bandor li min kir. Dikarim bêjim ku ev dilsozî ji bo min bû meraqek û heqîqeteke ku divê xwe bigihînim. Viyan li Başûrê Kurdistanê keçeke eşîrê ye. Jineke ciwan e, lê tevî vê yekê jî li hemberî neheqiya di nava sîstemê de li jinê tê kir, bi dilê xwe yê ciwan li dij derdikeve, ji ber ku vê neheqiyê qebûl nake berê xwe dide çiyê, tevlî têkoşîna azadiyê dibe. Serîrakirina Viyan, îsyana li hemberî serdestiya mêr e.

Divê mirov Viyanê baş nas bikin. Viyan kî ye? Viyan ciwan e û di asta dildariyê de bi azadiyê ve girêdayî ye. Bi ti awayî xiyanet qebûl nekir. Nefret ji xiyaneta di nava Kurdan de girt û ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurdan têkoşiya. Weke hevrêyeke Şehîd Viyan vê yekê baş zanim; ya ku Viyan dike Viyan hevrêtî û dilsoziya wê ya bêdawî ye.

'VIYANBÛYÎN DÎROKEK, ROMANEK BÊDAWÎ YE'

Çalakiya hevrê Viyan a di nava tevgera azadiyê de, bersiva herî mezin a li hemberî hêzên komploker e. Viyan bi çalakiyan xwe re got, 'hûn nikarin roja me tarî bikin, em ê bibin find û dora Îmraliyê ronî bikin'. Çalakiya hevrê Viyan afirandina hestyariyê di nava gelê Kurd û gelên cîhanê de ye. Hewldana ji bo têkbirina komploya navneteweyî ye. Çalakiya Viyan komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd pûç kir. Çalakiya Viyan ji bo min soza dilsoziya bi Rêbertî û xeta azadiyê ye. Têkoşîna hevrê Viyan dîrokek, romanek bêdawî ye.

'VIYANEK ÇÛ LI ŞÛNA WÊ BI HEZARAN VIYAN TÊN'

Weke şopdareke Viyan ji çiyayên azad di serî de jinên Kurd bang li tevahiya jinên cîhanê dikim; Hîn bibin bê Viyan kî ye, çima pêwîstî bi çalakiyeke bi vî rengî dît, çima ewçend bi Rêbertî û vê dozê re disoz bû. Ji vê derê bang li jinên ber bi azadiyê ve dimeşin dikim; Xwedî li xeta jinê ya azad derkevin. Weke jin xwedîderketina li Rêbertî xwedîderketina li xeta têkoşînê ya Viyan e. Divê em vê yekê gelekî baş zanibin; afirînerê vê xetê Rêbertî ye. Heval Viyan xeta jinên azad a ji aliyê Rêbertî ve hatiye afirandin e. Hemû jinên dixwazin di vê xetê de bimeşin, girîng e bersivê bidin keda Rêbertî. Viyanek çû, lê li şûna wê bi hezaran ji dayik dibe.

'YA KU MIN ANÎ ÇIYAYÊN AZAD, TÊKOŞÎNA VIYAN BÛ'

Gerîlaya YJA Starê Viyan Zagros: Bi bandora têkoşîna hevala Viyan re tevlî nava refên gerîla bûlm. Beriya şehadeta hevala Viyan min tevger zêde nas nedikir. Ji herêma Rojhilatê Kurdistanê me. Nakokiya hevala Viyan di nava malbata xwe de dijiya, weke jinekê min jî dijiya. Piştî ku min şehadeta hevala Viyan bihîst, min dest bi lêkolînkirina çîroka jiyana wê kir û di nava çîroka jiyana wê de min jî xwe dît. Bêhtir nêzî tevgera azadiyê ya Kurd bûm, lê belê ji bo tevlîbûnê nêrîneke min tinebû. Piştî ku min şehadeta hevala Viyan bihîst û têkoşîna ji bo jinên Rojhilat hîn bûm, min navê Viyan rakir û biryara tevlîbûnê da.

Çalakiya Viyan û têkoşîna ji bo gelê Rojhilat ewçendî bandor li min kiribû, navê Viyan ji hiş û dilê min dernediket. Weke jinekê, lêgerînên min guherand û ji bo bêm warê Viyan çiyayên azad min roj dijmart. Viyan ji bo min bûbû sozek. Kesî nikarîbû min ji vê sozê, ji vê lêgerînê vegerîne. Ji bo bibe şopdara Viyan, rakirina navê wê ji bo min gelekî girîng bû. Hevalan gelek nav pêşniyar kiribûn, lê belê min xwest navê min bibe Viyan. Ez hatibûm ji bo navê wê rakim, xeyalên wê yên nîvco mayî temam bikim û Rêber Apo bibînim. 

Navê min her tim Viyan ma. Dibe ku Viyan di destpêkê de ji bo min hestek bû, lê belê piştre naskirina nasnameya azadiyê ya Viyan, meşa li serş opa wê, jiyana pê re tiştekî gelekî cuda bû. Piştî tevlî tevgera azadiyê bûm, min baştir fêm kir bê Viyan kî ye, ji bo azadiyê tê çi wateyê. Divê jinên Kurd zanibin; xeta Şehîd Viyan xeta Zîlan, Bêrîtan û Sarayan e. Girîng e ev xet were naskirin û jiyîn. Roj roja naskirina Viyan û jiyîna Viyan e. Gelekî bandor li min kir û ez xurt kir. Hînî min kir bê dilsoziya bi armancê re çi ye.

'ÇALAKIYA HEVRÊ VIYAN LI BAŞÛR GELEK KEÇÊN SORAN JI NAVA XWELIYÊ XWE VE JI NÛ VE AFIRAND'

Hevala Viyan hevaleke Soran a ji Başûrê Kurdistanê bû. Weke ku tê zanîn beriya çalakiya hevrê Viyan li Başûrê Kurdistanê tevger kêm dihat naskirin, Rêbertî kêm dihat naskirin û sempatî kêm bû. Çalakiya hevrê Viyan li Başûrê Kurdistanê bi hezaran keçên Soran ji nava xweliyên xwe ji nû ve afirand. Piştî çalakiya hevrê Viyan bi sedan jinên ji Başûrê Kurdistanê tevlî nava refên PKK'ê bûn û navê Viyan rakirin. Çalakiya hevrê Viyan li hemberî hêzên emperyalîst, bersiva li dijî nokerî û komployên li hemberî Rêbertî bû. Çalakiya Viyan qebûlnekirina sîstema kapîtalîst û serî hildan bû. Ez çalakiya Viyan bi vî rengî dinirxînim. Viyan xetek e. Û meşa di vê xetê de karekî ji rêzê nîne. Weke şopdareke Viyan navê Viyan ji bo min tê wateya soza dilsoziya bi têkoşînê re.

Eger em dibêjin, em şopdarên hevala Viyan in; divê em xwedî li xweseriya demokratîk û nirxên neteweya demokratîk derkevin. Ev nirx nebin, ti gel azad nabin. Şopdariya nêrînên wan tê wateya; ji bo avakirina jiyana azad li Cizîr, Sûr û Kobanê berxwedan e.

...