Li Helsîngborg, Lînz û Hannoverê Kurdan rêze çalakî lidarxistin
Li bajarê Helsîngborg yê Swîseryê greva birçîbûnê ya Kurdan di roja 2. de didome, li bajarê Lînz ê Avûstûryayê Kurdan rêze hevdîtin lidarxistin. Li bajarê Honnover ê Elmanyayê jî Kurdan çalakiyek lidarxistin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
sêşem, 2 reşemiyê 2016, 17:46
Kurdistaniyên li Ewropa dijîn bi armanca protestokirina dewleta Tirk çalakiyên xwe didomînin. Li bajarê Helsîngborg ê Swîseryê greva birçîbûnê ya Kurdan di roja 2. de didome, li bajarê Lînz ê Avûstûryayê Kurdan rêze hevdîtin lidarxistin. Li bajarê Honnover ê Elmanyayê jî Kurdan çalakiyek lidarxistin.
HELSÎNGBORG
Greva biçîbûnê ya Kurdistaniyan a bi armanca pişgirî dayîna berxwedan xwerêveberiyê û protestokirina êrîşên dewleta Tirk a li ser Bakurê Kurdistanê di roja 2. de ye. Çalakvan rexmê hewaya sar jî konê ku li Navenda Stortorget ê navenda bajar danîn, agahdarkirina raya giştî ya Swîsreyê têkildarî êrîşên hêzên dewleta Tirk a li ser bakurê Kurdistanê didomîne.
Çalakiya ku 10 kes beşdar bûne rastî eleqeyek zêde hatin. Kurdistaniyên li Helsîngborg û derdora wê dijîn û rêveberên rêxistinên civaka demokrat ên Swîsreyî yên li bajar ziyaret kirin, çalakvanên greva birçîbûnê jî, çapemeniyên herêmî yên li bajar û Televziyonên Dewleta Swîsereyê ziyaret kirin û dosyayên têkildarî êrîşên qetlîamwarî yên li ser sivîlan û berxwedana xwerêveberiya li Bakur cih digirin, radestî rêveberan kirin.
Çalakî di çapemeniya herêmî de cihek berfireh girt. Rojnameya Dagsbladet a Helsîngborg bi çalakvanare hevpeyvîn pêk anî.
Çalakvanên greva birçîbûnê dosyayek da partiyên siyasî yên li Helsîngborg, banga beşdarbûnê li tevahî parêxvanên mafê mirov ji bo protestokirina dewleta Tirk ya xwepêşandana sibehê bê lidarxistin kir.
Çalakiya protestokirina dewleta Tirk û AKP’ê ya 3’ê Sibatê, saet 15:00’an de li Kûllgatanê destpê dike.
LÎNZ
Li bajarê Linz ê Avûstûryayê bi armanca balê bikişînin ser êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a li ser Amed, Cizîr, Sûr , Nisêbîn û Silopiyayê Walî, Partia Demokrat Sosyala ya Awûstûryayê, Partiya Kesk û komelên mafê mirovan hat ziyaretkirin. Di hevdîtina de ji bo agahiyên baş bên dayîn, divê hevdîtin berdewam bikin.
Rêveberên Avûstûryayê diyar kir ku wê ji Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê re name bişînin, bi armanca pişgirîdayîna akademîsyenên ku Erdogan hejand jî wê îmza kom bikin.
HANNOVER
Kurdistaniyên li Nonnover dijîn çalakiyên xwe didomînin. Kurdistaniyên li Stasyona Teren a Nonnover çalakiya îtihatiya sivîl pêkanîn û berxwedana xwerêveberiya li Bakurê Kurdistan jî silavkirin.
Rexmê ku polîsan xwest mudaxeleyî çalakiyê bike jî, çalakiya rûniştinê berdewam kir. Di çalakiyê de bi sedan belavok hatin belavkirin. Dirûşma “Qatilê zarokan Erdogan”hatin qîrkirin.
Di axafitinên di çalakiyê de hat diyar kirin ku hikûmeta AKP’ê li Kurditanê qetlîaman pêk tîne û dewletên Ewropa li hember van qetlîaman bêdeng in. Çalakiya ku nêzî saetekê domand, piştî çalakiyê Kurdistaniyek ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.