BI DÎMEN

Ciwanên Kerkûkî: Pasîfîzm têk çûn e, berxwedan jî serketin e

Piştî ciwanên Daquq û Kîfrî, ciwanên ji Kerkûkê jî li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Bakurê Kurdistanê daxuyaniyek dan û bang li ciwanên li Başûrê Kurdistanê kirin, ku li nava refên YPS'ê li ber xwe bidin.

Piştî ciwanên Daquq û Kîfrî, ciwanên ji Kerkûkê jî li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Bakurê Kurdistanê daxuyaniyek dan û bang li ciwanên li Başûrê Kurdistanê kirin, ku li nava refên YPS'ê li ber xwe bidin. Ciwanên Kerkûkî gotin, "Pasîfîzm têk çûn e, berxwedan jî serketin e."

Li Kerkûkê, komek ji ciwanan a bi navê "Ciwanên fedayê azadiya gel" daxuyaniyek da û ev bang kir: "Bi hişmendî û ruhê şoreşa Rojava re em tevlî berxwedana li Bakurê Kurdistanê bibin û sedsala 21'an bikin sala yekîtiya neteweyî û azadiya bêdawî ya gelê Kurd."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, dewleta Tirk bi ti awayî nikare xwe li destketiyên gelê Kurda rabigire û hat gotin, "Zîhniyeta dewleta Tirk bi ti awayî naxwaze gelê Kurd bibe xwedî destketî. Di têkiliyên xwe yên bi rêveberiya Başûrê Kurdistanê re dixwaze çavkaniyên ser û binê erdê yên Kurdistanê bi kar bîne û xwe rizgar bike. Ji bilî têkiliya berjewendiyan, ne tiştek e."

'EM Ê JÎ CIHÊ XWE DI NAVA ENIYÊN BERXWEDANÊ DE BIGIRIN'

Ciwanan diyar kirin, gelê Kurd ti carî serî li ber êrîşan netewandiye û gotin, "Ji başûrê Kurdistanê, em berxwedana gelê xwe ya li Bakurê Kurdistanê silav dikin. Berxwedana xwerêveberiya demokratîk a li Bakurê Kurdistanê, ji bo xwegihandina armanca gelê Kurd a li çar parçeyên Kurdistanê, di dîroka Kurd de destpêka serdemeke nû ye. Weke ciwanên welatparêz, me biryar dan cihê xwe di nava berxwedana xwerêveberiyê ya li bajarên Kurdan bigirin û li dijî hewldanên komkujiyê yên dewleta Tirk têbikoşin."

Ciwanan dan zanîn, gelê Kurd wê li ber van êrîşên dewleta Tirk serî netewînin û wiha dewam kirin: "Li erdnîgariya Kurdistanê ku dergûşa mirovahiyê ye, çawa ku ti ji hêzên xwestin dagir bikin bi ser neketin û bi berxwedana gelê Kurd re di nava dîrokê de winda bûn, aqûbeta hêzên ku niha jî dixwazin dagir bikin, wê bi heman rengî be. Ev hovîtiya çeteyên AKP'ê li Bakurê Kurdistanê li dijî gelê me dike, wê ti carî bêbersiv nemîne."

'ZÎHNIYETA DEWLETA TIRK LI SER DIJMINATIYA LI KURDAN AVA BÛYE'

Ciwanan gotin, "Dewleta Tirk ji ber ku tengav bûye bi Başûrê Kurdistanê de têkiliyek li ser bingeha berjewendiyan daniye" û destnîşan kirin, gelê Kurd van dek û dolabên qesra Osmaniyan baş dinase.

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, zîhniyeta heyî ya dewleta Tirk bi ti awayî naxwaze gelê Kurd bibe xwedî destketî û hat diyarkirin, ku têkiliyên dewleta Tirk bi rêveberiya Başûrê Kurdistanê re ji bo çikandina çavkaniyên ser û binê erdê yên li Başûrê Kurdistanê ne. Ciwanan dan xuyakirin, ku divê aliyên siyasî vê têkiliyê careke din binirxîne û li gorî berjewendiyên gelê me yên li çar parçeyên Kurdistanê polîtîkayekê bimeşînin.

'DI REWŞA HEYÎ DE 3 XET LI PÊŞIYA CIWANÊN KURD HENE'

Di daxuyaniya ciwanan de hat destnîşankirin, ku di rewşa heyî de 3 xet li pêşiya ciwanên Kurd hene û hat gotin, "Di rewşeke ku li Bakurê Kurdistanê polîtîkayên qirkirinê li dijî gelê me tê meşandin de, divê em bi xemsarî tevnegerin û nedin dû hin berjewendiyên şexsî yên jiyana modernîteya kapîtalîst. Bi hişmendî û ruhê şoreşa Rojava re em tevlî berxwedana li Bakurê Kurdistanê bibin û sedsala 21'an bikin sala yekîtiya neteweyî û azadiya bêdawî ya gelê Kurd. Di serî de ciwanên Başûrê Kurdistanê em bang li tevahiya ciwanên Kurd dikin ku bi hişyariya 'berxwedan serketin e, pasîfîzm têk çûn, teslîmiyet û xiyanet e' tevlî nava refên YPS'ê bibin û jiyana nû ava bikin."

'ME BIRYARA XWE DAN, EM Ê LI HEMBERÎ ZILMÊ BÊDENG NEMÎNIN'

Piştî daxuyaniyê ji ciwanên "fedayên azadiya gel" Dilsoz Kerkûkî, Hana Sleman û Dilovan Kerkûkî ji ANF'ê re axivîn.

Dilsoz Kerkûkî: Weke ciwanên Kerkûkî em bang li tevahiya ciwanên Kurd dikin ji bo di nava refên YPS'ê de li ber xwe bidin. Dem hatiye em êdî li dijî zilma dewleta Tirk li gelê me dike bisekinin. Em ê êdî bi ti awayî li pêşberî zilma dewleta Tirk li gelê me dike, bêdeng nemînin. Em ê qebûl nekin. Divê hemû Kurdên bi şeref tevlî nava refên YPS'ê bibin û li ber xwe bidin.

Hana Sleman: Weke ciwanên welatparêz ên Kerkûkî me biryar dan tevlî berxwedana li Bakurê Kurdistanê bibin. Êrîşên dewleta Tirk gihaştine wê radeyê, nema dikarin bên qebûlkirin. Her roj mirovên me yên sivîl tên qetilkirin. Bajar bi tank û topan tên hilweşandin. Ev yek bi ti awayî ji zîhniyeta DAIŞ'ê ne cuda ye. Lewma em ê di nava berxwedana gelê xwe de cih bigirin.

Dilovan Kerkûkî: Bi taybetî berxwedana bi heybet a şervanên YPS'ê silav dikim. Girîng e gelê li çar parçeyên Kurdistanê destekê bide berxwedana YPS'ê. Bi taybetî divê ciwan bi awayekî çalak tevlî bibin û nehêlin dewleta Tirk careke din li Kurdistanê komkujiyan bike. Bi ruhê serhildanên Dêrsim û Geliyê Zîlan, lê bi rêxistinbûyîneke mezintir û zanebûna yekîtiya neteweyî divê em dewleta Tirk li Kurdistanê têk bibin. Di vê çarçoveyê de em bang li tevahiya ciwanên Kurd dikin ku bi hestên neteweyî tevbigerin û cihê xwe di nava refên YPS'ê de bigirin. Weke ciwanên Kerkûkî me biryara xwe dan. Em ê li hemberî vê zilmê bêdeng nemînin.

...