Xwendekarê Zanîngehê Sîdar Ekîncî yê li Amedê êvara 25’ê Çileyê bi gulebarana polîsan a ji wesayîta Ford Ranger bi giranî birîndar bû û piştî têkoşîna ji bo jiyanê ya 36 rojan jiyana xwe ji dest da, hat defnkirin. Malbatê, MEYA-DER û gel piştî karên otopsiyê yên li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê, cenazeya Ekîncî wergirtin û anîn Goristana Yenîkoy. Ekîncî ji aliyê bi sedan kesî ku di nav de Parlamentera Amedê Feleknas Ûca, Hevserokê DBP’ê yê Bajar Alî Şîmşek jî hebûn, hilgirtin ser milan, heta cihê bê defnkirin birin. Ekîncî bi dirûşmeyên, “Şehîd Namirin” û “Qatil Dewlet Wê Hesap Bide” hat defnkirin.
Piştî karê defnê, girseyê bi sirûda Çerxa Şoreşê rêz girt. Di merasîmê de Hevseroka MEYA-DER Ayşe Dîcle axivî, wiha got: “Ciwanên me yên bê sûc û guneh qetil dikin. Em li hember vê bêdeng namînin.”
Hevserokê DBP’ê yê Bajar Alî Şîmşekî jî wiha diyar kir: “Zalimên Kurdistan dorpêç kirine Sîdarê hê di bihara emrê xwe de qetil kirin. Hewl didin pêşeroja gelê me qetil bikin. Em vê rewşê qebûl nakin.”
Apê Ekîncî Recep Ekîncî jî ji gelê Kurd re sersaxî xwest.