Dayikên birîndaran: Bihêlin em ê biçin Cizîrê û zarokên xwe bixin hembêza xwe

Ji birîndarên ev 8 roj in li jêrzemîna maleke li Cizîrê asê mane û li benda ambûlansê ne dayika Rohat Aktaş diyar kir, dewlet gav bi gav rê li ber mirinê vedike û ji bo mirov jiyana xwe ji dest nedin bang li her kesî kir, ku rabin ser piyan.

Dayika Rohat Aktaş a di nobeda berxwedanê ya li Girê Mîra de her çavên wê li televîzyonê ye û anî ziman, dewlet gav bi gav rê li ber mirinê vedike û ji bo mirov jiyana xwe ji dest nedin bang li her kesî kir, ku rabin ser piyan. Dayika ji birîndaran Mehmet Yavûzel Hanim Yavûel jî got, "Eger bihêlin ez ê berê xwe bidim çiyê û bi çi rengî dibe bila bibe ez ê xwe bigihînim Cizîrê, zarokên xwe bixim hembêza xwe."

Melîha Aktaş û dayika endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Mehmet Yavûzel Hanim Yavûzel, li Girê Mîra ji aliyekî ve nobeda berxwedanê digirin, li aliyê din jî kêlî bi kêlî televîzyonê dişopînin.

'KÊLÎ BI KÊLÎ ZAROKÊN ME BER BI MIRINÊ VE DEHF DIDIN'

Ji birîndaran dayika Midûrê Karên Nivîsê yê Azadiya Welat Rohat Aktaş Melîha Aktaş ragihand, ku zarokên wan 8 roj in bi birîndarî li jêrzemîna malekê asê mane û tevî vê yekê jî rastî êrîşan tê. Aktaş bibîr xist ku 6 kes ji ber ku ranekirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan û got, "Eger roja destpêkê bigihanda nexweşxaneyê, gelo wê van mirovan jiyana xwe ji dest bidan?" Dayika Aktaş diyar kir, li ti cihî zilmeke bi vî rengî li birîndaran nayê kirin û anî ziman, ku dewlet dixwaze zarokên wan kêlî bi kêlî ber bi mirinê ve dehf bike. Aktaş bang li raya giştî kir, ji bo mirov jiyana xwe ji dest nedin rabe ser piyan. Aktaş got, "Em dixwazin biçin û zarokên xwe werbigirin" û da zanîn, ku divê êrîş bisekinin û ew dixwazin zarokên xwe bi destê xwe ji wê jêrzemînê derxînin.

'WERE LI ÇAVÊN DAYIKÊN DILŞEWAT BINÊRE TAYYÎP'

Dayika endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Mehmet Yavûzel Hanim Yavûzel jî bang li Serokkomar Erdogan kir û got, "Eger Erdogan diwêre bila derkeve pêşiya min û li nava çavên min binêre, li rûyê dayikên dilşewat binêre. Hingî wê nikarîbû van komkujiyan bike. Tayyîp, di destê zarokên me te tiştek nîne. Tu çima vê zilmê li zarokên me dike? Tu kê ji mala kê diqewirîne?" Dayik Yavûzel diyar kir, ji bo zarokên wan ji wê jêrzemîna mirinê bê derxistin, divê her kes berê xwe bide Cizîrê.

'FÎŞEKÊN TE NIKARIN ME BISEKÎNE'

Dayik Yavûzel li kurê xwe Yavûzel ê bi telefonê ji Med Nûçe re axivî guhdarî kir û got, "Dema min dengê wî bihîst, cîhan hemû bû ya min." Yavûzel axaftina xwe wiha dewam kir: "Eger bihêlin ez ê berê xwe bidim çiyê û çi dibe bila bibe ez ê xwe bigihînim Cizîrê, zarokên me ji wî halî rizgar bikim." Yavûzel nerazîbûn nîşanî daxuyaniya "Ambûlans nikare biçe wê qadê" ya hikûmetê da û got, "Wê çaxê em biçin û zarokên xwe werbigirin. Fîşekên wan jî nikarin min bisekinîne. Bila li dilê min bixin û min jî qetil bikin. Dilê min dişewite. Gelo Tayyîp bi vî dilê dişewite nizane?"