Balafirên şer herêmên Avaşîn, Zap û Metîna bombe kirin
Tevgera balafirên şer ên Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde bûn. Balafirên şer bombe li Avaşîn, Zap û Metîna barandin.
Tevgera balafirên şer ên Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde bûn. Balafirên şer bombe li Avaşîn, Zap û Metîna barandin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrîşên dewleta Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand. HPG'ê diyar kir, li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevgera hewayî dewam dike û got, "Roja 28'ê Çileyê saet di navbera 11:00-12:00 û 13:00-15:00 de li Xakurkê, saet di navbera 12:00-15:00 de li Qendîlê, saet di navbera 13:00-13:30 de li Heftanînê, saet di navbera 18:00-18:40 de li Metîna, saet di navbera 17:30-19:30 de li herêma Zapê, saet di navbera 18:00-01:00 de li herêma Avaşînê balafirên şer geriyan.
28-29'ê Çileyê saet di navbera 17:00-03:00 de li Xakurkê, saet di navbera 22:00-03:00 de li Metîna, saet di 09:00-01:00 de li herêma Avaşîn û ser sînor, ji saet 19:30 ê 27'ê Çileyê heta saet 10:00 ê 29'ê Çileyê li herêma Zapê balafirên keşfê yên bê mirov geriyan."
BALAFIRÊN ŞER BOMBE LI HERÊMÊN GERÎLA BARANDIN
HPG'ê ragihand, balafirên şer ên Tirk bombe li heremên gerîla barandine û got, "28'ê Çileyê saet di navbera 19:00-21:00 de balafirên şer ên artêşa TC; qada Basya û sêgoşeya Avaşîn a herêma Avaşînê, saet di navbera 18:00-19:30 de geliyê Şehîd Ozgur ê herêma Zapê û girê Şehîd Newal, saet di navbera 18:30-18:40 de qada Şehîd Şoreş û Şehîd Mazlûm bombe kirin."
Di dawiya daxuyaniya HPG'ê de hat gotin, "Roja 28'ê Çileyê saet di 21:00 heta roja 29'ê Çileyê saet 01:00, qereqola Serê Sevê ya li navçeya Colemêrg Çelê bi çekên giran gule li derdora xwe reşandiye."