Polîsan cenazeyê ciwanê qetil kiribûn revandin

Cenazeyê Selahattîn Ege yê ji 2 ciwanên ku ji ber êrîşên li Şirnexê bi rojan di berfê de man û cenaze bi saya berxwedana gel hatin wergirtin ji aliyê polîsan ve ji Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hat revandin.

Cenazeyê 2 ciwanên  4’ê Çileyê li Taxa Dîcle ya Şirnexê hatin qetilkirin û ji ber êrîşên dewletê hefteyeê di bin berfê de man, bi saya berxwedana gel rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Cenazeyê Hakan Şengul ê karê wî yê otopsiyê bi dawî bibû bi cenazeyên 11 kesên ku ji aliyê hêzên dewletê hatibûn qetilkirin re hatibû defnkirin, cenazeyê Selahattîn Ege yê bi malbatê re têkîlî çênedibû jî li Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê dihat rawestandin. Polîsên tîmên taybet îro cenaze ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê wergirtin. Têkîldarî cihê ku polîsan cenaze birinê ti agahî tineye.