Li hember avahiya birîndar lê ne êrîş zêde bûn
Mala li Taxa Cûdî ya Cizîrê ku 19 birîndar û 6 kesên ji ber ranekirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan ev 7 roj in li benda rakirina nexweşxaneyê ne, dîsa di bin êrîşê de ye.
Mala li Taxa Cûdî ya Cizîrê ku 19 birîndar û 6 kesên ji ber ranekirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan ev 7 roj in li benda rakirina nexweşxaneyê ne, dîsa di bin êrîşê de ye.
Danê êvarî ambûlansa şaredariyê careke din hewl dabû 19 birîndar û 6 welatiyên ji ber ranekirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan wergire, lê ji aliyê hêzên dewletê hatibû astengkirin, hat ragihandin ku mal bûye hedefa topên hewanê û ji ber toza li hundir êdî bêhn nayê girtin.
Mala li Taxa Cûdî ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê ku 19 birîndar û 6 kesên ji ber ranekirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan ev 7 roj in li benda rakirina nexweşxaneyê ne, dîsa di bin êrîşê de ye. Herî dawî danê êvarî du ambûlansên Şaredariya Cizîrê bi rengê ‘şer’ ji aliyê hêzên dewletê hatin astengkirin û ambûlans neçarî paş de vegeriyabûn.
Piştî ambûlans vegeriyan êrîşên bi hewanan li dijî malê destpê kir. Di êrîşên berê de qatê 2 û 3’yêmîn hatibû hilweşandin, têkîldarî êrîşên hewanan jî ji birîndaran endamê Meclîsa DBP’ê Mehmet Yavûzer di peyama ji Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê şandibû de wiha gotibû: “Ev 7 hewan in li avahiyê dixin, em nikarin dengê hevalan bibîhîzin.” Tê ragihandin ku ji ber êrîşan bodrûm tevahî tijî toz bûne û ji ber vê birîndar nikarin bêhnê bigirin.
Li bodrûmê 19 birîndar û cenazeyê 6 kesan heye, rewşa tenduristiya 5 birîndaran qrîtîk e. Di bodrûmê de ev 3 roj in av tineye, danê sibehê ji depoya avê ya ev demek dirêj e li wir e hin av hat girtin, li lêvên birîndaran dabûn. Di bodrûmê de ji bo mudaxelaya birîndaran ti malzemeyên pansûmanê tineye. Têkîldarî tinebûna avê, endamê Meclîsa DBP’ê Mehmet Yavûzer peyamek wiha şand: “Êdî ez ê xwe bikujim, êdî naxwazin qêrînên avê bibîhîzim. Êdî bila kes li min negere, ez ê xwe bikujim. Ez dibêjim av heval av. Av heval av av…”