'Kerkûk bi xwerêveberiyê re dikare asayî bibe'
Tevgera Azadî li Kerkûkê bi şiyara "Kerkûkê li ser jiyana bi hev re û xwerêveberiya demokratîk biryar xwe daye" 1. konferansa xwe lidar xist.
Tevgera Azadî li Kerkûkê bi şiyara "Kerkûkê li ser jiyana bi hev re û xwerêveberiya demokratîk biryar xwe daye" 1. konferansa xwe lidar xist.
Tevgera Azadî li Kerkûkê bi şiyara "Kerkûkê li ser jiyana bi hev re û xwerêveberiya demokratîk biryar xwe daye" 1. konferansa xwe lidar xist. Ji navçeyên Teq Teq, Daquq, Çemçemal, Pirde û Xurmatû û navenda Kerkûkê bi qasî 150 delege û ji netewe û baweriyên cuda 100 mêvan beşdarî konferansa li salona Lubnanê bûn.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, endamê Komîteya Amadekar Newzat Bekir axaftina vekirinê kir û bal kişand ser pêwîstiya bi xwerêveberî û demokrasiyê re.
Hevserokên Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah û Şîlan Şakir dûre peyivîn û dan zanîn ku li hemberî krîz û kaosên li Rojhilata Navîn yekane hêza xwedî proje û polîtîkaya çareseriyê, Tevgera Azadiyê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
Piştî xwendin û nirxandina raporên xebatê yên salekê, delegeyên konferansê li ser qewimînên li herêmê û Kurdistanê nirxandin, rexne û pêşniyarên çareseriyê kirin. Ji bo Kerkûk a bi xala 140. re statuya xwe nediyar e, projeya xwerêveberiyê hat destnîşankirin.
ENDAMÊN MECLÎSA KERKÛKÊ HATIN HILBIJARTIN
Piştî nîqaşan delegeyên konferansê hevserokên Tevgera Azadî yên herêma Kerkûkê û Meclîsa Kerkûkê ya ji 25 kesan hilbijartin. Newzat Bekir û Rehan Hemîd ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin. Ji nava meclîsa ji 25 kesan 3 kes ji bo desteya dîsîplînê hatin destnîşankirin. Dûre hevserokan û endamên meclîsê soz dan.
'SÎSTEMA HEYÎ NIKARE BERSIVÊ BIDE DAXWAZÊN CIVAKÊ'
Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir der barê konferansê de agahî da ANF'ê û ragihand, konferans di demeke dîrokî de tê lidarxistin. Şakir got, "Di pêvajoyeke bi vî rengî de pêkhatina konferansa herêma Kerkûkê gelekî girîng e. Ji ber polîtîkayên şaş û krîzên li herêmê, hikûmet li ber hilweşînê ye. Nikare ti pirsgirêkên civakê çareser bike. Di pêvajoyeke bi vî rengî de weke Tevgera Azadî bi konferansan re em xwe nû dikin û bêhtir bi aktîv tevlî pêvajoyê dibin."
'DIVÊ EM CIVAKEKE RÊXISTINBÛYÎ Û AZAD BIAFIRÎNIN'
Ji delegeyên konferansê Halo Maçû jî got, "Weke ciwanên welatparêz me bi taybetî xwestin cihê xwe di vê konferansê de bigirin. Ji ber ku ev konferans wê ji bo hemû pirsgirêkên li herêma me li çareyan bigere. Lewma me xwest tevlî bibin û tevkariyê bikin. Dikarim bêjim ku konferanseke serketî bû. Di xeta Rêber Apo de ji bo afirandina civakeke bêhtir rêxistinbûyî û azad, em ê bi hemû hêza xwe re biryarên konferansê bixin meriyetê."
'KONFERANSÊ VÎNA JIYANA HEVPAR DERXISTIYE HOLÊ'
Delegeyê konferansê yê bi navê Bextiyar Şêx Hesîp jî da xuyakirin ku ji bo komkirina hemû neteweyên li Kerkûkê pêkhatina vê konferansê gelekî girîng e û got, "Konferansa herêma Kerkûkê gelekî rengîn û serketî derbas bû. Bi beşdariya komên cuda yên neteweyî û olî re konferanseke rengîn pêk hat. Kerkûk di dîrokê de her tim weke pirrengî lê yek malbat hatiye pênasekirin. Lê belê şer û têkoşîna ji bo desthilatdariyê, navbera gelan vekiriye. Bi vê armancê re em dixwazin gelan hîn bêhtir nêzî hev bikin û bihêlin ku her kes ji nû ve bi awayekî azad bijîn."
Ji delegeyan Şanga Mihele jî bal kişand ser tevlîbûna xurt a jinan li konferansê û got, "Weke jineke ciwan a welatparêz, me cihê xwe di nava konferansa herêma Kerkûkê de girtin. Ji bo dengê jinan û têkoşîna jinan were bihîstin em tevlî bûn. Di vê konferansê de ji bo jinan li herêma Kerkûkê biryarên girîng hatin wergirtin. Bicihanîna biryarên konferansê êdî berpirsyariya me ye. Em dikarin bêjin ku konferanseke serketî bû."
Konferans bi qîrîna dirûşmeyan û gerandina govendê bi dawî bû.