Ekîncî yê bi guleya polîsan birîndar bû jiyana xwe ji dest da

Xwendekarê zanîngehê Sîdar Ekîncî yê li Amedê beriya 36 rojan bi guleya polîsan bi giranî birîndar bû jiyana xwe ji dest da.

Li Amedê xwendekarê zanîngehê yê bi navê Sîdar Ekîncî di êvara 25'ê Kanûnê de dema bi xizmê xwe Agur Altan re di rê de dimeşiya bi guleya polîsan giran birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da. 

Ekîncî, dema li navçeya Rezan li ber N City AVM dimeşiya, wesayîta polîsan a Ford Ranger nêzî wan bibû û bêyî ti sedem hebe gule reşandibû. Ekîncî di êrîşê de bi guleyên ku li laşê wî ket giran birîndar bû. Welatiyan, Ekîncî yê birîndar rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl. 

Ekîncî piştî 36 rojan di beşa venêrîna giran de têkoşîna jiyanê da, îro jiyana xwe ji dest da. 

Wê cenazê Sîdar îro ji morga nexweşxanê were girtin û li Goristana Yenîkoyê were definkirin.