Gelê Silopiyayê: Ji ber ku nikarîbûn bi berxwedanê, êrîşî xaniyan kirin

Gelê Silopiyayê, ku hêzên dewletê malên wan di destpêkê de ji xwe re weke biryargeh bi kar anîn û dûre şewitandin, hilweşandin, anîn ziman, ku dewletê nikarîbû bi berxwedanê, lewma êrîşî xaniyên wan kiriye.

Gelê Silopiyayê, ku hêzên dewletê malên wan di destpêkê de ji xwe re weke biryargeh bi kar anîn û dûre şewitandin, hilweşandin, anîn ziman, ku dewletê nikarîbû bi berxwedanê, lewma êrîşî xaniyên wan kiriye. Gelê Silopiyayê gotin, "Bajar jî yê me ye berxwedan jî ya me ye."

Li dû ragihandina vîna xwerêveberiyê ya gelê Silopiyayê, hêzên dewletê yên dor li bajêr girtin û 37 rojan bê navber êrîş kirin, ji bo gel ji navçeyê derxîne serî li her rê û rêbazê dan. Hêzên dewletê ketin hin malan û bi darê zorê mirov rehîn girtin. Li hin deveran jî gel bi zorê ji malê wan derxistin û ev mal ji xwe re kirin weke biryargeh. Piştre jî şewitandin Şêniyên Silopiyayê dan xuyakirin, ku hêzên dewletê yên nikarîbûn berxwedanê bişikînin, hewl didin gel bidin koçberkirin.

Fadîle Şeflek a ku mala wê du caran ji aliyê hêzên dewletê ve hat xerakirin, da xuyakirin ku di destpêkê de ji ber topbarana ji tankan xaniyê wan xisar dîtiye. Şeflek ragihand, piştre hêzên dewletê bi zorê ketin hundirê mala wan û dagir kirin, dûre jî şewitandin. Şeflek diyar kir, tevî van hemûyan ew li ber xwe didin, xaka xwe naterikînin û got, "Me serî netewand. Me Silopiya neterikand. Me niha ji nû ve dest bi çêkirina xaniyên xwe kirine. Em ê xanî, cih û warên xwe neterikînin. Em ê ti carî ji têkoşîna xwe venegerin." Şeflek destnîşan kirin ku ew ê ti carî wan cenazeyên bi rojan li naverastê hatine hiştin ji bîr nekin.

'BAJAR Ê ME YE, BERXWEDAN JÎ YA ME YE'

Zelîha Kaçar jî da zanîn, ku di dema destpêkirina dorpêçiyê de hin xanî ewilî hedef hatine girtin û diyar kir, dewleta nikarîbû bi berxwedanê êrîşî van malan kir. Kaçar ragihand, ku ew mal ji aliyê hêzên dewletê ve hatine dagirkirin û mirov bi zorê ji mala xwe hatine derxistin. Kaçar diyar kir, dewletê ev xanî weke biryargeh bi kar anî, dûre kir ku nema mirov karibin lê rûnên û got, "Lê ev bajar ê me ye. Em ji taxên xwe derneketin. Em derbasî taxeke din bûn û me li ber xwe dan. Dema nikarîbûn berxwedanê bişikînin, dest bi talanê kirin. Koçberî li ser gel ferz kirin. Dewletê hemû hêzên xwe anî Silopiyayê. Lê belê dîsa jî nikarîbû me ji bajarê me derxîne. Berxwedan berxwedana me ye. Em ê bi ser bikevin."

'GELO PAQIJKIRIN; XERAKIRINA MALAN Û QETILKIRINA JIN Û ZAROKAN E?'

Kînayet Dogrû da xuyakirin, ku ew ê zilma li wan hatiye kirin ji bîr nekin û got, "Gelo mirov dikarin li pêşberî hovîtiyê bêdeng bimînin?" Dogrû diyar kir, hedefa destpêkê ya êrîşên hêzên dewletê jin in û got, "Gelo jinan çi bi wan kir ku bi vî rengî tevdigerin. Mal xera kirin, şewitandin. Dûre jî dibêjin 'me paqijî kir'. We paqijiya çi kir? Gelo paqijiya we qetilkirina jin û zarokan e?"