Alimên nobeda berxwedanê digirin: Kurd li dijî zilma Kerbela li ber xwe didin

Alimên tevlî nobeda berxwedanê ya li Girê Mîra bûne, êrîşên li hemberî Botanê şibandin 'zilma Kerbela' û bang li hemû bawermendan kirin, li hemberî van êrîşên li dijî mirovahiyê li ber xwe bidin.

Alimên tevlî nobeda berxwedanê ya li Girê Mîra bûne, êrîşên li hemberî Botanê şibandin 'zilma Kerbela' û bang li hemû bawermendan kirin, li hemberî van êrîşên li dijî mirovahiyê li ber xwe bidin.

Oldarên Kurd ên endamên Kongreya Îslamî ya Demokratîk di nav çalakî an go meşvanên Botanê de cihê xwe girtin û hatin tevlî nobeda li Girê Mîra ya Nisêbînê bûn. Meleyan li ser berxwedan û êrîşên li ser gelê Kurd pêk tên nêrînên xwe anî ziman û bal kişandin ser zilmê. Meleyan bal kişand ser xendek û bendên xweparastinê û da zanîn ku êrîş û dorpêçkirina li Kurdistanê dişibe rewşa Kerbelayê. 

'NEVINÊN RESÛLÊ EKREM DIKUJIN'

Endamê Kongreyê û mele Abdulazîz Bîlgî diyar kir ku li Kurdistanê siyaseteke hovane li ser gelê Kurd tê meşandin û anî ziman ku ev êrîşên li ser Kurdistanê tên meşandin di dema Seferê bi Xaç, Mogolan, Tîmûr û Cengîzhan jî nehatiye meşandin û zilmek wiha tine bûye. Bîlgî bibîr xist ku vê axê gelek êş dîtine lê heta niha êşek wiha nehatiye dîtine û wiha got: "Şantajê li ser miriyan dikin. Zarokan dikujin û dikin terorîst. Ev zarok in ne terorîst in. Her roj zarokên li Kurdistanê tên qetilkirin, ji îmamê Huseyîn ne cûdatir in. Ev zarokên tên qetilkirin jî ji umeta Hz. Muhammed in. Neviyên Resûlê Ekrem dikujin. Lê ya girîng jî ev e ku hêj gelek misilman û Kurdên me bi siyaseta wan dixapin û zilma wan dipejirînin. Dema zilmkar dest bi zilmê dikin li cîhanê û erdnîgariyek xweşî namîne. Heqîqetê qetil dikin û gelan tine dikin. Înkara xwedê jî dikin. Li ti devera cîhanê yek ziman, dewlet, ol û al nîne. Divê ku em li hember vê zilmê serê xwe hildin û yekîtiya çêkin. Pêwîste em bi gotinê van zaliman nexapin. Emelê van êrîşkaran jî yê Tecal e."

'XENDEK LI HEMBERÎ ZILM Û ÊRÎŞAN HATIN KOLANDIN'

Bîlgî bal kişand ser xendek kolandinê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Xendek kolandin amûra herî pîroz a xweparastinê ye. Xendek çêkirin pêşiya zilm û êrîşan girtin e. Divê ku ne tenê gelê kurd li vê berxwedanê xwedî derbikeve, pêwîste ku hemû gelên Tirkiyê li xweparastinê û berxwedanê derbikeve. Bila hemû kes dengê xwe bilind bike da ku ev hovîtî ji ser gelê kurd rabe. Bila tu kes neyê qetilkirin. Bila li hember van dorpêçkirina serî rake û ji wahşetê re bêjin êdî bes e. Jixwe berxwedana gel biserketiye. Çawa ku her tim zalim têk çûne dê vê demê de jî zalim têk biçin û gelê mezlûm bi serkeve. Eger ku em li hember vê wahşetê şiyar nebin dê ev agir me hemûyan bişewitî ne. Çawa ku Fîrewin di nav derya sor de xeniqî wê ev zalim jî di nav kîn û nefreta xwe bixeniqin biçin."

'LI HEMBERÎ ZILMÊ EM DI NAVA MEŞVANAN DE NE'

Endamê Kongreyê û Mele Şêxmûs Çelebî jî bilêv kir ku ew wek meleyan ji bo li hember zilmê derbikevin tevlî çalakiya Meşa Botanê bûne û ragihandin ku ji bo ew dorpêçkirinê bişikên û xwedî li cenaze û birîndaran derbikevin ew nobedê digirin. Çelebî da zanîn ku çalakiya wan hem li hember zilmê ye û hem jî piştgiriya ji bo aştiyê ye û wiha got: "Em bang li hemû gelê kurd dikin ku li hember zilmê serî hildin. Kesê li hember zilmê dernekeve ew jî dibin zalim. Dema em li kêleka zaliman cih bigirin em jî dibin wek zaliman. Ji destê kî çi bê divê ku li hember zaliman li berxwe bidin. Me doza ti tiştî li tu kesî nekiriye, em doza welatek azad dixwazin. Em dixwazin li ser axa xwe rizgar bibin. Em şeref, namûs û erda xwe diparêz in." 

'ÊŞA LI KURDISTANÊ Û KERBELAYÊ WEKE HEV IN'

Çelebî zilma li Kurdistanê tê meşandin şiband wek serdema Kerbelayê û wiha got: "Ev zilm û Kerbala dişibe hev. Nahêlin mirov avê vexwin. Di kîjan serdema mirovahiyê û olê de cenaze ne veşartin heye. Çawa li Kerbelayê mirov ji tîna mirin, îro jî em li Kurdistanê tên qetilkirin. Em naxwazin ti mirov bên qetilkirin."