Gelê Amedê ji bo Sûrê di berxwedanê de yê
Li Amedê welatiyên ku ji bo dorpêça li navçeya Sûrê bişikênin li Çîftkapi kombûn ligel êrîşa polîsan li kolanan li ber xwe didin û ji Sûrê re dibin deng.
Li Amedê welatiyên ku ji bo dorpêça li navçeya Sûrê bişikênin li Çîftkapi kombûn ligel êrîşa polîsan li kolanan li ber xwe didin û ji Sûrê re dibin deng.
Li Amedê ji bo şikandina dorpêça li navçeya Sûrê bi pêşengiya DBP, HDP, KCD, KJA û DEM-GENÇ'ê li Çîftkapi û Urfakapiyê kom bûn xwestin berbi Sûrê ve bimeşin. Girseya vê derê dirûşmên "Amed ranezê xwedî li Sûrê derkeve" "Bijî Serok Apo" berz kirin û sirûda "Çerxa Şoreşê" xwendin.
Malbatên li 5 taxên Sûrê yên ku qedexe hatin îlankirin jî derketin şaneşînên malên xwe û piştgirî dan çalakiyê. Polîsan li Çîftkapiyê bi gaza îsotê û ava şid êrîşî gel kirin. Li ser êrîşê gel derbasî kolanan bûn bi berxwedanê bersiv dan.
'JİN Jİ BO BERXWEDANÊ BÛN DENG'
Welatiyên ku derbasî cadeya Lîseyê bûn li vir barîqat danîn û destur nedan êrîşa polîsan. Gel li cadeyê li ber xwe dan û malên li ser cadeyê jî piştgirî dan gel. Malbat derketin şaneşînan û bi çalakiya dengdergxistinê piştgirî dan, li ser cadeyê jî jinan li derabeyên dikanan xistin û deng derxistin. Jinan bi tîlîliyên xwe ve bersiv dan girseyê û ji bo Sûrê dirûşmên "Ji gerîlayên li Sûrê li ber xwe didin re hezar silav" "Sûr li ber xwe dide, Amed rabe serhildanê" berz kirin.
'DESTUR NEDAN ÊRÎŞA POLÎSAN'
Girseya ku li pişt barîqatan li ber xwe didin careke din rastî êrîşa polîsan a bi gaza îsotê hatin. Girseyê jî bi kevir û bombeyên gazê ve bersiv dan êrîşan. Ligel êrîşa polîsan gel li cadeya Lîseyê veneqetiya û bi dirşman berxwedana xwe berdewam kir. Girseya demeke li cadeya Lîseyê man piştî ku polîs vekişiyan bi dirûşm û çepikan ve belav bûn.
Bûyer piştî ku polîs vekişiyan bi dawî bû.