Endamê Meclîsa DBP'ê Taner Şîrp hate girtin

Li Wanê Endamê PM'ya DBP'ê Taner Şîrp hate girtin. Li Dîlokê jî 4 welatiyên ku tevlî Meşa Botanê bûn hatin binçavkirin.

Endamê Meclîsa Partiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Taner Şîrp ê ku du roj berê di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin, piştî karên li emniyetê derxistin dozgeriyê. Şîrp li dozgeriyê bi îddiaya "endamê rêxistinê" ne bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin. Şîrp li dadgehê hate girtin û birin Girtîgeha Tîpa M ya Wanê.

Lİ SER RİYE BOTANÊ 4 KES HATİN BİNÇAVKİRİN

Welatiyên ku ji Dîlokê ji bo tevlî meşa Botanê bibin birêketin, di derketin abajêr de ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin. Piştî kontrola nasnameyê Tahîr Ozmen, Şukru Gumuştekîn, Îbrahîm Halîl Goren û Serhat Sondu hatin binçavkirin.

Welatiyên ku hatin binçavkirin birin Miduriyeta Emniyetê ya Bajêr.