KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Tûnç ji konferansa li PE bang kir
Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç bi rêya telefonê beşdarî Konferansa Kurd a li PE bû û diyar kir ku dewleta Tirk a di salên 1990'î de bi gotina 'PKK wê bê qedandin' gund vala dikir, îro bi heman rengî bajaran vala dike. -
Jînda Remo: Em ê ji bo Bakurê Kurdistanê seferber bibin!
Endama Tevgera Jinên Ciwan Remo hişyarî da AKP û Erdogan û diyar kir, ku ew ê ji bo gelê Bakurê Kurdistanê seferber bibin. -
Altay a ji aliyê dewletê ve hat qetilkirin hat veşartin
Şîrîn Altay, ku ji ber topa hawanê ya dewleta Tirk li mala wê ya li Silopiyayê ket û bi giranî birîndar bû, li Nexweşxaneya Êlihê ya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Altay li Silopiyayê hat veşartin. -
Li Sûrê, dewlet zexta koçberiyê li gel dike
Hêzên dewleta Tirk ên li navçeyê terorê dimeşînin, ji kolana Melîkahmet guleyan li taxan direşînin. -
Hawanek mala birîndar lê ne ket
Li Cizîrê 24 birîndarên ev 4 çar roj in li jêrzemîna avahiyekê asê mane û ji aliyê hêzên dewletê ve tên bombekirin, rewşa wan her nebaş dibe. Duh bi şev jî hawanek li vê malê ket. -
'Heta gelê Şengalê karibe xwe biparêze, wê gerîla li Şengalê hebe'
Ji Fermandarê HPG'ê yên Herêma Şengalê Egîd Kelar destnîşan kir, ku heta gelê Şengalê bibe xwedî xweparastin, wê gerîla li herêmê bimîne. -
YBŞ: Serketina Kobanê çavkaniya me ya berxwedanê ye
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) destnîşan kir, ku serketina Kobanê hêz û moralê serketina Şengalê ye. -
Brûsk Tolhildan: Divê ciwanên Kurd cihê xwe di nava refên YPS'ê de bigirin
Endamê Însiyatîfa Ciwanên Apoyî Brûsk Tolhildan, berxwedana xwerêveberiyê ya bi mehan e li dijî êrîşan tê meşandin nirxand û bang li ciwanên Kurdistanê kir, ku cihê xwe di nava refên YPS'ê de bigirin. -
Agahî ji 24 birîndarên rastî êrîşê tên, nayê girtin
Ji duh êvarê û vir ve agahî ji 24 birîndarên li Cizîrê nayê wergirtin. Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç herî dawî duh êvarê bi rêya telefonê bi rojnamevanekî re diaxivî û di vê kêliyê de dengê teqîneke mezin hatibû, telefon jî qut bûbû. -
Dayikên Dêrsimî: Em ê heqê xwe li Erdogan helal nekin!
Dayikên Dêrsimî nerazîbûneke tund nîşanî êrîşên dewletê yên li Kurdistanê dan û xwestin, dorpêçî were rakirin. -
Di ser windakirina Taniş û Denîz re 15 sal derbas bûn
Di ser windakirina Serokê HADEP'ê yê Navçeya Silopiyayê Serdar Taniş û reveberê navçeyê Ebûbekîr Denîz re 15 sal derbas bûn. -
Ber bi Miştenûrê ve meşa azadiyê ya bi meşale
Şêniyên Kobanê, 1. salvegera azadiya bajarê xwe bi meşeke meşaleyî ya ber bi girê Miştenûrê ve pîroz kirin. -
Li Bêrecûkê 2 kes hatin binçavkirin
Li taxa Yûvacik a navçeya Riha Bêrecûkê de, 2 kes bi îdîaya alîkarî dane PYD'ê di serdegirtinan de hatin binçavkirin. -
Rewşa keça di nav birîndarên li Cizîrê giran dibe
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ragihand ku rewşa keçek 13 salî ya di nav birîndarên li Cizîrê de her deqeyek derbas dibe hê girantir dibe. -
Li Wanê taxek hat dorpêçkirin
Taxa Akkopru ya Wanê ji aliyê bi dehan wesayîtên zirxî ve ev 4 saetin di bin dorpêçê de ye. -
Ji Rêxistina Efûyê ji bo Cizîrê kampanyaya çalakiya lezgîn
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, ji bo 24 birîndarên di bodrûma avahiya li Cizîrê de asê mane kampanyaya çalakiya lezgîn da destpêkirin. -
Demîrtaş: AKP hêza xwe ya qetlîamwarî ji Ewropa digire
Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di civîna Koma Çep a Parlamentoya Ewropa de axivî û wiha got: “AKP’ya ku li Kurdistanê qelîaman dike, piştgirî ji Ewropayê digire.” Banga wezîfeya xwe bicihanînê li Ewropa kir. -
Li Gara Trenê ya Strasboûrgê di pêşengiya TJK-E çalakiya dagirkirinê
Bi armanca piştgiriya berxwedanên xwerêveberiyên Kurdistanê li Gara Trenê ya Navendî ya li bajarê Strasboûrg a Fransa çalakiyek dagirkirinê hat lidarxistin. -
Cizîriyên hatin birîndarkirin binçav kirin
Li Taxa Cûdî a navçeya Cizîrê, Wekîlê Hevşeradarên Cizîrê Selahattîn Ecevît û xwîşka wî Navzdar Ecevît ên ji ber gulebaran hêzên dewleta Tirk we hatibûn birîndarkirin bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" hatin binçavkirin. -
Li Berlînê dosyayek têkildarî qetlîamên li Kurdistanê pêşkêşî Wezareta Karên Derve hat kirin
Dosyayek têkildarî qetlîamên hêza dewleta Tirk a li ser Kurdistanê û li dijî bêdengbûna Ewropa pêşkêşî Wezareta Karên Derve a li paytexta Berlîn a Elmanya hat kirin. -
TTB’ê ji bo Cizîrê banga lezgîn kir
TTB’ê ji bo welatiyên 3 roj berê ji ber topbarana hêzên dewletê li Cizîrê birîndar bibûn û ranekirine nexweşxaneyê banga lizgîniyê li hikûmetê kir. -
Serokê Neteweyî yê Sinn Fein Kearney: Em bi gelê Kurdistanê re di nav piştevaniyê de ne
Serokê Neteweyî yê Sinn Fein Declan Kearney li Brukselê bi Demîrtaş re civiya, peyama piştevaniya bi gelê Kurdistanê re da. -
Daxwaza hevdîtinê ya bi Ocalan re hate redkirin
Serlêdana parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe re bi hinceta "keştî xirab e" hate redkirin. -
Di panela li Parîsê de biryara ‘Li hember AKP’ê bêdeng nabin’ hat dayîn
Di panela “Di Rojhilata Navîn de şer û jin” a li Parîsê de, li hember êrîşên li Kurdistanê biryara kampanyayê hat girtin. -
Dawetnameyên Cenevre-3 hatin şandin / HAT NÛKIRIN
Ji bo hevdîtina Cenevre ya di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî, Kurd bi awayekî fermî hatin dawetkirin.