Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Tûnç ji konferansa li PE bang kir

Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç bi rêya telefonê beşdarî Konferansa Kurd a li PE bû û diyar kir ku dewleta Tirk a di salên 1990'î de bi gotina 'PKK wê bê qedandin' gund vala dikir, îro bi heman rengî bajaran vala dike.

Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç ji Cizîra rastî terora dewleta Tirk tê, bi rêya telefonê beşdarî beşdarî 12. Konferansa Kurd a li Parlamenta Ewropayê (PE) bû û got, "Li vê derê komkujî heye. Cizîr niha bi tank û topan tê bombekirin. Rewş ne weke nûçeyên ji aliyê medyayê ve tê weşandin e. Li Cizîrê komkujiyeke mezin heye û em bi qirkirinekê re rû bi rû ne. Tê gotin ku di nava 60 rojan de heta niha nêzî 500 mirov hatine kuştin. Di destê me de 100 cenaze hene. Tank, topên obusê tên bikaranîn. Çekên li dijî dijmin tê bikaranîn, dewleta Tirk di sedsala 21'an de li hemberî gelê Kurd bi kar tîne. Ev 60 roj in ev gel tî, birçî ye û hemû derfetên jiyanê ji dest hatine girtin. Li navçeya nifûsa xwe 120 hezar bi tenê 10 hezar kes mane yan jî nemane. Hemûyan koç kirin. Polîtîkayên bi vî rengî di salên 90'î de hat meşandin.

DI SALÊN 1990'Î DE GUND HATIN VALAKIRIN, NIHA JÎ BAJAR

Bi gotina 'Wê PKK were qedandin' ev gund hatin valakirin. Niha jî bajaran vala dikin û dibêjin 'ew ê PKK'ê biqedînin'. Niha trajediyek heye. Em li malekê birîndar bûbûn, ji 28 kesan 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. 24 kes niha sax in. Di nava van de rewşa Nûsret Bayar, Velî Çîçek û Sûltan Irmak gelekî gelekî giran e. Li jêrzemîna em lê ne qet av nîne, xwarin nîne, em nikarin derkevin derve. Ji bo avê dema em derdikevin derve, sekvan guleyan berdidin me. Avahiya ji 4 qatan bi temamî hatiye hilweşandin. Ji bo ez bi telefonê biaxivim, niha çûme ser avahiya hilweşiyayî."