Li Berlînê dosyayek têkildarî qetlîamên li Kurdistanê pêşkêşî Wezareta Karên Derve hat kirin

Dosyayek têkildarî qetlîamên hêza dewleta Tirk a li ser Kurdistanê û li dijî bêdengbûna Ewropa pêşkêşî Wezareta Karên Derve a li paytexta Berlîn a Elmanya hat kirin.

Kurdên li Berlîn dijîn bi armanca protestokirina qelîamên dewleta Tirk a li hember welatiyên sivîl ên li Kurdistanê li pêşiya avahiya Wezareta Karên Derve meşek lidar xist. Kurdên li Berlîn, nûnerên saziyên şoreşger ên Tirkiye û Elman nêzî 100 kesan dest bi meşê kirin. Meş di taxên herî giring ên Berlînê de dema derbas dibûn çalakvanan bi dirûşmên “Bijî Yekgirtina Şoreşgeran”, “Dawî Li Qelîamên Kurdistanê Were”, “Merkel Fînanse Dike, Erdogan Dikuje”, “Bijî Berxwedana Cizîrê”, “ Her Herêm Kurdistan e, Her Herêm Berxwedan e” û “Bê Serok Jiyan Nabe”qîr kirin. Li pêşiya avahiya Wezareta Karên Derve mîtîngek kurt li dar xistin.

Heyeta ku ji 4 kesan ku di nav de Hevserokê NAV-DEM Yuksek Koç jî cih digirt, dosyayek têkildarî qetlîamên dewleta Tirk pêşkêşî Wezareta Karên Derve kir.

 Çalakî piştî daxuyaniya çapemeniyê bi dawî bû.

...