Agahî ji 24 birîndarên rastî êrîşê tên, nayê girtin

Ji duh êvarê û vir ve agahî ji 24 birîndarên li Cizîrê nayê wergirtin. Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç herî dawî duh êvarê bi rêya telefonê bi rojnamevanekî re diaxivî û di vê kêliyê de dengê teqîneke mezin hatibû, telefon jî qut bûbû.

Ji 24 birîndarên li jêrzemîna avahiyek li taxa Cûdî ya Cizîrê asê mane û rastî topbarana dewleta Tirk tên, ji duh êvarê ve agahî nayê girtin. Ji ber êrîşên giran ên li hemberî avahiyê, duh qatên duyemîn û sêyemîn ên avahiyê jî hilweşiya bûn. Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç ku li cem birîndarên rewşa wan her gavê giran dibe ye, herî dawî duh bi rêya telefonê agahî dida Selîn Gîrît a ji BBC. Di dema vê axaftina bi telefonê de dengê teqîneke dijwar hat û Tûnç bi gotina "Lazim e ez telefonê bigirim" telefon girt. Ji duh êvarê û vir ve bi rêya telefonê kes nikare xwe bigihîne birîndaran.

Danê êvarê hatibû ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya zarokeke keç gelekî nebaş bûye. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz da xuyakirin, ku rewşa birîndaran her nebaş dibe û ev mesaja kesekî li cem birîndaran jê re hat parve kiribû: "Zarokeke keç a 13 salî heye ku timî avê dixwaze. Timî avê dixwaze. Lê belê ji ber ku xwîn li hundirê bedena wê belav bûye, ez nikarim avê bidim wê". Sariyildiz dûre ragihand ku têkiliya bi kesên li jêrzemînê li cem birîndaran e hatiye birîn.

Sariyildiz di hesabê xwe yê twîtterê de got, "Birîndar divê derhal rakin nexweşxaneyê. Lê li şûna rakirina nexweşxaneyê, operasyon li hemberî wan tê kirin. Ji êvarê ve li bajêr bêdengî heye."