Li Sûrê, dewlet zexta koçberiyê li gel dike

Hêzên dewleta Tirk ên li navçeyê terorê dimeşînin, ji kolana Melîkahmet guleyan li taxan direşînin.

Li navçeya Amed Sûrê, dorpêçî û êrîş di roja 57. de ne. Hêzên dewleta Tirk ên li navçeyê terorê dimeşînin, ji kolana Melîkahmet guleyan li taxan direşînin.

Li Kolana Melîkahmet, taxên Lalebey û Alîpaşayê, polîsên Tirk anonsan dikin û zextê li welatiyan dikin ku malên xwe biterikînin. Tevî vê zexta koçberiyê, ji Kolana Melîkahmet, guleyan li taxan direşînin. Ji ber êrîşa polîs û leşkerên Tirk, şer derket. Hêzên dewletê her wiha gaza îsotê jî bi kar tînin.