Rewşa keça di nav birîndarên li Cizîrê giran dibe

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ragihand ku rewşa keçek 13 salî ya di nav birîndarên li Cizîrê de her deqeyek derbas dibe hê girantir dibe.

Li ser mala li Taxa Cûdiyê ya ku 24 birîndar ev 4 roj in li benda ambûlansê ne û 4 birîndar jî ji ber xwîna zêde ji wan çûye jiyana xwe ji dest dane, êrîşên hêzên dewletê didome. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Sariyildiz diyar kir ku rewşa birîndaran her diçe nebaş dibe, peyama ji birîndaran yekî hat parve kir. Di peyamê de wiha hat gotin: “Keçek 13 salî ya her tim avê dixwaze heye. Her tim avê dixwaze. Lê ji ber ji hundir de xwîna wê diherike, ez nikarim avê bidimê.”

Li Cizîrê ku êrîşên qirkirinê didome, Li ser mala li Taxa Cûdiyê ya ku 24 birîndar ev 4 roj in li benda ambûlansê ne û 4 birîndar jî ji ber xwîna zêde ji wan çûye jiyana xwe ji dest dane, êrîşên hêzên dewletê di danê êvarî de jî didome. DMME jî têkîldarî serlêdana mijarê yekser biryara tedbîrê neda, ji bo vê serlêdanê xwest destpêkê serî li Dadgeha Makezegonê bê dayîn û biryar da ku heta encamê vê bên jî daxwaza tedbîrê talûq kiriye.

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Sariyildiz got watedayina vê biryarê pir zehmet e, tevî birîndar komîne û êrîş dewam dikin jî biryara tedbîrê negirtin rexne kir. Sariyildiz têkîldarî rewşa birîndaran wiha got: “Heta beriya saetekê jî êrîş bi pir xeter dewam dikirin. Êş û trajediyek mezin tê jiyîn.” Sariyildiz peyama ji birîndaran yekî hat jî parve kir. Peyam wiha ne: “Keçek 13 salî ya her tim avê dixwaze heye. Her tim avê dixwaze. Lê ji ber ji hundir de xwîna wê diherike, ez nikarim avê bidimê.” “Li vir keçeke bi navê Sûltan heye, ji min re her tim dibêje bavo dest ji min bernede, her ez vê axaftina wê dibihîzim ez diqeherim.”

Sariyildiz ji ber rewşa birîndaran zêdetir nebaş bû danê sibehê bi Waliyê Şirnexê re hevdîtin pêk anîbû. Walî pêşniyara Sariyildiz a ambûlansa şaredariyê wê birîndaran ji taxê bigire û bîne Rêya Îpekê, ji wir ve jî ambûlansa serwîsa lezgîn a 112’an bigire red kiribû, gotibû bila birîndarên di taxa di bin êrîşan de ye bi meşê derkevin.

Li ser vê ji malbatên birîndaran 15 jin û Faysal Sariyildiz ji bo biçin taxê ketin rê, lê daxwaza komê ji aliyê emniyetê hat astengkirin. Li ser astengkirinê jî Sariyildiz gotibû di bin çi şertî dibe bila bibe wê sibehê bikevin taxê û birîndaran bigirin û wiha axivîbû: “Eger birîndar neyên girtin sibehê ez ê bi dayikan re bikevin wê taxê. Bila me jî bikujin. Berdêlê wê çi dibe bila bibe em ê ji bo wergirtina birîndaran biçin.”