Cizîriyên hatin birîndarkirin binçav kirin

Li Taxa Cûdî a navçeya Cizîrê, Wekîlê Hevşeradarên Cizîrê Selahattîn Ecevît û xwîşka wî Navzdar Ecevît ên ji ber gulebaran hêzên dewleta Tirk we hatibûn birîndarkirin bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" hatin binçavkirin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ku ev 44 roj in bê navber êrîş didomin di 20'ê çileyê de ji bo wergirtina birîndarên li taxa Cûdiyê gel meş li dar xistibû û tîmên taybet gel gulebaran kiribûn. Di gulebaranê de Wekîlê Hevşeradarên Cizîrê Selahattîn Ecevît û xwîşka wî Navzdar Ecevît jî hatibûn birîndarkirin û li Nexweşxaneya Dewletê ya Herêmê ya Êlihê dihatin dermankirin. Piştî ku Selahattîn Ecevît û Nazdar Ecevît ji nexweşxaneyê derketin ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Êlihê.

Hate hinbûn ku Selahattîn Ecevît û Nazadr Ecevît bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" hatine binçavkirin û piştî ku îfadeyên wan hatin girtin hatin berdan.