Di ser windakirina Taniş û Denîz re 15 sal derbas bûn
Di ser windakirina Serokê HADEP'ê yê Navçeya Silopiyayê Serdar Taniş û reveberê navçeyê Ebûbekîr Denîz re 15 sal derbas bûn.
Di ser windakirina Serokê HADEP'ê yê Navçeya Silopiyayê Serdar Taniş û reveberê navçeyê Ebûbekîr Denîz re 15 sal derbas bûn.
Hevjîna Ebûbekîr Denîz Dîwan Denîz da xuyakirin, li Silopiya her du siyasetmedar lê hatin windakirin îro mirov li nava kolanên wê tên qetilkirin û destnîşan kir ku gelê Kurd wê têk neçe, wê têkoşînê qezenc bike. Bavê Serdar Taniş Şûayîp Taniş jî ragihand ku kiryar diyar in û ew ê hesab ji wan bipirsin.
Piştî gefa Fermandarê Alaya Jendermeyan a Şirnexê Tûggeneral ê teqawît Levent Ersoz, Fermandariya Jendermeyan a Navçeya Silopiyayê ji bo îfadeyê. bang li Serokê HADEP'ê yê Silopiyayê Serdar Taniş û rêveberê navçeyê Ebûbekîr Denîz kirin. Taniş û Denîz, di 25'ê Çileya 2001'ê de çûn fermandariya jendermeyan û ji hingî ve ev 15 sal in agahî ji wan nayê girtin. Her du siyasetmedar îsal jî ji aliyê hevrê û malbatên xwe ve hatin bîranîn. Der barê aqûbeta wan de ti agahî nîne. Hevjîna Ebûbekî Denîz Dîwan Denîz bibîr xist, ku li Silopiya ya hevjînê wê û hevalê hevjînê wê hatin windakirin, niha jî mirov li naverastê tên qetilkirin.
GELÊ KURD WÊ TÊK NEÇE, WÊ TÊBIKOŞE
Dîwan Denîz diyar kir, dema hevjînê wê hat windakirin kurê wan 9 mehî bû, niha mezin bûye û li gora bavê xwe dipirse. Denîz anî ziman ku ew nizane çi bersivê bide kurê xwe û diyar kir, wan texmîn dikir cenazeyê hevjînê wê li gora komî ya li Kerboranê be û ji bo vekirina vê derê wan 7 salan têkoşîn meşandine. Denîz da zanîn, ku di encama testa DNA ya li ser hestiyên ji wê derê hatin derxistin de, aşkere bû ku yên hevjîn û hevalê wî nîne û anî ziman, ku ji bo dîtina hestiyên hevjînê xwe ew ê têkoşîna xwe bidomînin. Denîz dest nîşan kir ku ji hingî ve komkujiyên li hemberî gelê Kurd neqediyan e û got, "Tevî her tiştên tên kirin jî gelê Kurd wê ti carî têk neçe û bi têkoşînê re qezenç bike. Her çiqas bi tank û topan me bikujin jî ev gel wê qezenç bike."
NIHA LI NAVERASTÊ MIROV TÊN QETILKIRIN
Denîz ragihand ku li Silopiya ya Taniş û Denîz lê hatin windakirin, niha mirov bi tank û topan li naverastê tên qetilkirin û diyar kir, ku mirovên tên qetilkirin jî weke 'terorîst' tên îlankirin. Denîz da xuyakirin, ku ew ê li dijî vê zilmê her tim dakevin qadan û ti carî ji têkoşîna xwe venegerin.
KIRYAR DIYAR IN, WÊ HESAB WERE PIRSÎN
Bavê Serdar Taniş Şûayîp Taniş jî da zanîn, ku mîna kurê wî û hevalê kurê wî bi sedan mirov hatine windakirin. Taniş diyar kir ku zilm û zordariya li gelê Kurd tê kirin ti carî kêm nebûye û anî ziman, ku kujerên Taniş û Denîz diyar in, weke gel ew ê hesab bipirsin.