Ber bi Miştenûrê ve meşa azadiyê ya bi meşale
Şêniyên Kobanê, 1. salvegera azadiya bajarê xwe bi meşeke meşaleyî ya ber bi girê Miştenûrê ve pîroz kirin.
Şêniyên Kobanê, 1. salvegera azadiya bajarê xwe bi meşeke meşaleyî ya ber bi girê Miştenûrê ve pîroz kirin.
Berxwedana li Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê û nokerên wan, di 26'ê Çileya 2015'an de bi azadbûna bajêr re gihaşt encamê.
Bi hezaran kes, bi pêşengiya Tevgera Jinên Ciwan li meydana Azadî li hev civiyan û ji bo azadbûna Kobanê pîroz bikin, bi meşaleyan ber bi girê Miştenûrê ve meşiyan.
Jin bi xurtî tevlî meşa meşaleyî bûn. Jinên di meşê de cih girtin dirûşmên "Bijî Berxwedana Kobanê", "Bijî Serok Apo", "Bijî Berxwedana Bakur" qîriyan û alên Tevgera Jinên Ciwan, YPG/YPJ'ê hilgirtin. Jinan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di destpêka meşê de vekirin.
LI GIRÊ MIŞTENÛRÊ GOVENDA AZADIYÊ HAT GERANDIN
Kobanêyiyên xwe gihandin girê Miştenûrê, ji bo bîranîna şervanên azadiyê yên di şerê azadiyê de jiyana xwe ji dest dan, bi rêzdarî bibîr anîn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê li ser navê Tevgera Jinên Ciwan Jînda Remo peyivî. Remo diyar kir, ew bi saya ruhê fedaî yê şervanên YPG û YPJ'ê gihaştine van rojan.
Jînda Remo da zanîn, ku di azadkirina Kobanê de di serî de Arîn Mîrxan, Hebûn Dêrik, Zehra Penaber hemû şervanên YPJ'ê xwedî roleke girîng in û bibîr xist, ku ciwanên ji Bakurê Kurdistanê bi ruhekî fedaî hatine Kobanê û li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên faşîst şer kirine.
Remo di dewama axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana xwerêveberiyan a li Bakurê Kurdistanê û berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê yê li dora Kobanê bû xeleka ji agir, silav kir. Remo ragihand, ku gelê Bakurê Kurdistanê bi tenê nîne, çawa ku gelê Bakur ji bo Kobanê seferber bû, gelê Kobanê jî wê ji bo Bakur seferber bibe.
Li dû axaftinên li ser girê Miştenûrê agirê azadiyê hat dadan. Welatiyên ji Kobanê, tevî hewa sar jî li dora agir govenda azadiyê gerandin û bi saetan stranên şoreşê gotin."