Ji Rêxistina Efûyê ji bo Cizîrê kampanyaya çalakiya lezgîn

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, ji bo 24 birîndarên di bodrûma avahiya li Cizîrê de asê mane kampanyaya çalakiya lezgîn da destpêkirin.

Rêxistinê da xuyakirin ku heta niha ji birîndaran 4 kesan jiyana xwe ji dest dane. Ji beşên hestiya ên civakê xwest ku ji bo Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala û Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû name binivîsin. Rêxistina Efûyê daxwazên di çarçoveya kampanyayê de, wiha rêz kir; rê dayîna ambûlansê ku karibe biçe birîndaran rizgar bike, dema qedexeyên kolanan de ji bo xizmetên tenduristiyê yên lezgîn bên meşandin derfet bên afirandin û bomberdûman bê bidawîkirin.

 Ji bo detayên kampanyayê:

 http://www.amnesty.org/en/documents/EUR44/3322/2016/en/