BI DÎMEN

'Heta gelê Şengalê karibe xwe biparêze, wê gerîla li Şengalê hebe'

Ji Fermandarê HPG'ê yên Herêma Şengalê Egîd Kelar destnîşan kir, ku heta gelê Şengalê bibe xwedî xweparastin, wê gerîla li herêmê bimîne.

Ji Fermandarê HPG'ê yên Herêma Şengalê Egîd Kelar got, "Heta ku pêwîstiya gelê Şengalê pê hebe, wê gerîla li herêmê hebe."

Fermandarê HPG'ê Egîd Kelar rewşa dawî ya li Şengalê ji ANF'ê re nirxand. Kelar da xuyakirin, ku piştî destpêkirina pêngava azadkirin û berxwedana 15 mehan a HPG û YBŞ'ê, bi rêya medyayê PDK'ê mîna ku 'Şengal bi temamî azad bû, her tişt qediya'  atmosferek afirand û destnîşan kir, ku berevajî vê nêzîkatiya PDK'ê, xeteriya li ser Şengalê hînê dewam dike.

Kelar got, "Navenda Şengalê ji çeteyan hatiye paqijkirin û hatiye ewlekirin. Lê belê zehmet e mirov vê rewşa ewle ji bo derdora Şengalê bêjin. Garantiya azadiya Şengalê û mercen vegera gel hînê derneketine holê. Ji bo vê jî divê cihên Beec, Til Qeseb, Tilefer ji çeteyan bên paqijkirin. Eger ev der werin rizgarkirin, hingî wê ewlekariya Şengalê garantî bibe. Bi vî rengî wê xeteke duyemîn a parastinê pêk were. Hawanên niha ji gundên çeteyên DAIŞ'ê lê ne tên avêtin, digiêjin çeperên li dora Şengalê. Şert û merc ji bo vegera gel ne guncaw e. Ji bo paqijkirina herêman ji çeteyan, bernameyek me heye."

'EM NIHA HÊZÊN XWE PERWERDE Û NÛ DIKIN'

Kelar anî ziman ku li pêşiya paqijkirina gundan ji çeteyên DAIŞ'ê astengiyeke gelekî mezin nîne û got, "Hêzên me ev sal û nîvek e di nava tevgerê de ne. Pêwîstî pê hebû ku ev hêz tevlî pêvajoyeke perwerdeyê bibe. Ji ber vê pêwîstiyê, me dest bi pêvajoya perwerdeyê kirin. Ev yek nûbûneke giştî ye ji bo pêvajoya dema pêş. 

Fermandarê HPG'ê Egîd Kelar diyar kir, eger ew hêzên xwe niha li cihên Beec, Til Qeseb û Telaferê belav bikin, hingî wê hêzên wan qels bibin, lewma pêwîstiya wan rêxistinbûyîneke perwerdeyê hebû. Kelar got, "Em niha giraniya xwe didin ser Tileferê. Bi rizgarkirina vê derê re em dixwazin temamiya xeteriya li ser Şengalê ji holê rakin. Eger Beec bê rizgarkirin, wê xetere kêm bibe. Li ser pêngavên dema pêş em hêzên xwe perwerde dikin."

'PDK JI BO DILÊ DEWLETA TIRK XWEŞ BIKE, NAXWAZE EM BIKEVIN TILEFERÊ'

Kelar anî ziman, têkildarî Beecê di dema pêş de ti pirsgirêk nîne û ev nirxandin kir "Lê belê heman rewş ji bo Til Qeseb û Tilefer nikare were gotin. Pêşmerge naxwazin em tevlî pêngavên Til Qeseb û Tilefer bibin. Bi taybetî PDK ji bo dilê dewleta Tirk xweş bike, naxwaze em bikevin nava Tileferê. Tirk dixwazin bên Tileferê, em jî dixwazin biçin. PDK bi nêzîkatiya xwe re nîşan dide ku ew li aliyê dewleta Tirk cih digire. Ji ber vê nêzîkatiya PDK'ê rizgarkirina vî cihî hinekî dereng ket. Dema Tilefer azad bû, Beec û Til Qeseb wê bi hêsantir azad bibin. Lewma em giraniya xwe didin ser Tileferê."

'PÊWÎSTÎ LI KU HEBE GERÎLA LI WIR E'

Kelar der barê hebûna gerîla ya li Şengalê de ev nirxandin kir:

"Gerîla gelê Şengalê ji komkujiyeke mezin rizgar kir. Lê belê hînê jiyana gelê Şengalê bi temamî ewle nebûye. Hûn jî dibînin hînê gelê Şengalê li çiyê, li binê konan dijîn. Hebûna gerîla li ser daxwaz û pêwîstiyên civaka Êzidî ye. Eger gerîla ne li vir be û careke din civaka Êzidî rastî komkujiyê bê, ev yek ji aliyê exlaqî û wijdanî ve wê neyê qebûlkirin.

Civaka Êzidî kengî got, 'heval destê xwe sax, me hêza xwe ava kir; hebûna me êdî ewle û garantî ye', hingî li ku dera Kurdistanê pêwîstî pê hebe em ê biçin wê derê. Ji bo me cih ne girîng e, ya esasî, pirsgirêka azadiyê ya gelê Kurd e."

...