BI DÎMEN

Jînda Remo: Em ê ji bo Bakurê Kurdistanê seferber bibin!

Endama Tevgera Jinên Ciwan Remo hişyarî da AKP û Erdogan û diyar kir, ku ew ê ji bo gelê Bakurê Kurdistanê seferber bibin.

Ji Tevgera Jinên Ciwan Jînda Remo, ku bi wesîleya 1. savelgera azadbûna Kobanê ber bi Girê Miştenûrê ve meşeke bi meşale organîze kir, li heman cihî ji ANF'ê re axivî.

Remo da xuyakirin, ku di azadkirina Kobanê de di serî de Arîn Mîrkan, Hebûn Dêrik, Zehra Penaber rola şervanên YPJ'ê girîng e û da zanîn, ciwanên Bakurê Kurdistanê bi ruhê fedaî hatin Kobanê û li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer kirin.

Remo bal kişand ser berxwedana xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê û got, "Em berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê ya li dora Kobanê xeleke ji agir çêkiribû, silav dikin."

Jînda Remo got, "Me ev meş ji bo silavkirina berxwedana Kobanê û destekkirina berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê pêk anîn."

'BAKURÊ KURDISTANÊ BI TENÊ NÎNE'

Jînda Remo axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Weke jinên ciwan, em li Girê Miştenûrê 1. salvegera azadbûna Kobanê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên şehîdan pîroz dikin.

Bila dewleta AKP-Erdogan bizanibe ku li Kobanê ya li bendê bû têk biçe, îro jin û gelê Kobanê pîrozbahiyê pêk tînin. Ev yek di heman demê de tê wateya ji nû ve vejînê.

Dewleta AKP-Erdogan bi qirkirin û komkujiyan êrîşî berxwedanên xwerêveberiyê yên li Bakurê Kurdistanê dikin.

Girîng e dewleta AKP-Erdogan bizanibe ku gelê Bakurê Kurdistanê bi tenê nîne. Ciwanên Kobanê û tevahiya gelê Kobanê li cem gelê Bakurê Kurdistanê ye. Çawa ku gelê Bakur, bi taybetî jî ciwanên Bakur ji bo Kobanê seferber bûn, gelê Kobanê, bi taybetî jî ciwanên Kobanê wê ji bo Bakur seferber bibin."