Li Wanê taxek hat dorpêçkirin

Taxa Akkopru ya Wanê ji aliyê bi dehan wesayîtên zirxî ve ev 4 saetin di bin dorpêçê de ye.

Derdora Şantiyeya Asfalt a Taxa Akkopru ya girêdayî navçeya Tûşba ya navenda Wanê ji saetên êvarî ve bi dehan wesayîtên zirxî ve hatiye dorpêçkirin. Li taxê ku bi gelek tîmên taybet û polîsan ve dorpêç didome, ji Şantiyeya Asfalt heta derdora Taşkapiyi, qadek berfireh ji çûyin û hatina wesayîtan re hatiye girtin. Ev nêzî 4 saetan e li taxa ku di bin dorpêçê de ye sekna nearamî didome.