YBŞ: Serketina Kobanê çavkaniya me ya berxwedanê ye

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) destnîşan kir, ku serketina Kobanê hêz û moralê serketina Şengalê ye.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi wesîleya 1. salvegera serketina Kobanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û destnîşan kir, ku serketina Kobanê hêz û moralê serketina Şengalê ye. Fermandariyê got, "Êrîşên li dijî pêşeroj û azadiya gelê Kurd ji ku tên bila werin, em ê têkoşîna xwe ya berxwedanê ya li dijî êrîşan mezin bikin."

Fermandariya Giştî diyar kir, berxwedan û serketina Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê hat nîşandan, ji berxwedan û azadbûna Şengalê re jî bûye çavkanî û got, "Ji bo azadiya gelê Kurd, li dijî hêzên dagirker û mêtînger her der wê bibe Kobanê, her der wê bibe Şengal." Fermandariya YBŞ'ê bibîr xist, ku çeteyên bi her awayî destek didan çeteyên DAIŞ'ê û êrîşî Kobanê Şengalê dikirin, îro li Bakurê Kurdistanê komkujiyan dikin û got, "Serketina Kobanê di heman demê de têkçûna hêzên kirêt ên li pişt çeteyan e."

Fermandariyê da zanîn, ku hêzên herêmî di encama bazarên xwe yên kirêt de çekên giran li Mûsilê radestî çeteyên DAIŞ'ê kirin û berê DAIŞ'ê dan Kobanê. Fermandariyê got, "Eger serketina Kobanê nebûya, serketina Şengalê jî nedibû. Wê li tevahiya Kurdistanê pêvajoya tinekirinê destpê bikira."

'KOBANÊ LI KURDSITANÊ RÛPELEKÎ NÛ VEKIR'

Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê da zanîn ku li dijî teknîk û çekên giran, berxwedana bi ruhê Arîn Mîrxanan li Kobanê bi ser ketiye û destnîşan kir, ku berxwedana Kobanê di dîroka Kurdistanê de rûpelekî nû vekiriye, dîrokeke nû daye destpêkirin. Fermandariya YBŞ'ê ragihand ku hêzên bi xiyaneta nokeran re Şengal radestî çeteyên DAIŞ'ê kirin û hêzên Kobanê dagirkirin heman hêz in û destnîşan kir, ku hêzên Kurd ên noker ên her gavê pişta xwe spartine hêzên serdest, timî li hemberî hêzên Kurd bingehek ji hêzên serdest û tinekirinê re pêşkêş kirine.

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê bi vî rengî dewam kir: "Hêzên ku di mijara dagirkirina Mûsilê de peymanên wan ên bi DAIŞ'ê re derketin holê, hêzên ku zemîna dagirkirina Şengalê pêşkêş kirin bêguman rola wan di dagirkirina Kobanê de heye. Êrîşên çeteyan ên li hemberî Kobanê, Şengalê û Rojava, di çarçoveya konsept û planekê de tên kirin. Ev planên gemarî li Kobanê têk çûn, rêveberiya demokratîk a li Rojava, bi ser ket. Li Şengalê jî bi serketina hêza xwerêveberî û vîna xwe ya civaka Êzidî, bi encam bû. Hêzên ku planên wan li Kobanê, Şengal û Rojava pûç bûn, li bajarên Cizîr, Sûr, Silopiya û Nisêbînê komkujiyan li gelê Kurd dikin. Yên ku van êrîşan dikin bila baş zanibin ku êrîş ji ku derê tên bila werin, wê her der bibe Şengal, her der bibe Kobanê.

Weke YBŞ em hemû komkujiyên li hemberî nirxên gelê me tên kirin şermezar dikin û dibêjin ku em li cem gelê xwe yê li Bakurê Kurdistanê ne. Bi wesîleya serketina Kobanê em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku li cem berxwedana Cizîr, Sûr û Nisêbînê cih bigire û bi ruhê Kobanê berxwedanê mezin bike. Roj roja rûmetê ye, bi berxwedanê re em dikarin azad bibin, dikarin siberojeke azad ava bikin."