TTB’ê ji bo Cizîrê banga lezgîn kir
TTB’ê ji bo welatiyên 3 roj berê ji ber topbarana hêzên dewletê li Cizîrê birîndar bibûn û ranekirine nexweşxaneyê banga lizgîniyê li hikûmetê kir.
TTB’ê ji bo welatiyên 3 roj berê ji ber topbarana hêzên dewletê li Cizîrê birîndar bibûn û ranekirine nexweşxaneyê banga lizgîniyê li hikûmetê kir.
Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB), ji bo birîndarên 3 roj berê li Cizîrê di encama topbarana hêzên dewletê de birîndar bibûn û bi ti awayî destûra rakirina nexweşxaneyê nayê dayîn, banga lezgîn li hikûmet û Wezareta Tenduristiyê kir. TTB’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, bi bîr xist ku Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz têkîldarî birîndaran agahî dane wan, banga bi lezgînî hêstiyariyê li hikûmet û bi taybet jî wezaretên Karên Hundir û Tenduristiyê kir. TTB’ê xwest ku bi lezgînî mudaxeleya birîndaran pêk were û bi lezûbez pêwîstiyên tibbî bicih werin.