Daxwaza hevdîtinê ya bi Ocalan re hate redkirin
Serlêdana parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe re bi hinceta "keştî xirab e" hate redkirin.
Serlêdana parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe re bi hinceta "keştî xirab e" hate redkirin.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Rezan Sarica Faîk Ozgur Erol û endamê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Serbay Koklu ji bo ku muwekîlên xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên li Îmraliyê ne re hevdîtinê pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Dozgeriyê bi hinceta "keştî xirab e" serlêdan red kir.
Hevdîtina parêzeran bi Ocalan re ji 27'ê tîrmeha 2011'an heta niha bi hinceta "keştî xirab e" "muxalefeta hewayê" tê astengkirin.