Demîrtaş: AKP hêza xwe ya qetlîamwarî ji Ewropa digire

Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di civîna Koma Çep a Parlamentoya Ewropa de axivî û wiha got: “AKP’ya ku li Kurdistanê qelîaman dike, piştgirî ji Ewropayê digire.” Banga wezîfeya xwe bicihanînê li Ewropa kir.

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan Selahattîn Demîrtaş ji bo beşdarbûna 12. Konferansa Kurd a Navneteweyî a li Parlamentoya Ewropa a li paytexta Belçîka ya Bruksel bibe amade bû. Li vir beşdarî civîna Koma Çep a Ewropa bû û axivî. Di civîna de Demîrtaş têkîldarî bûyer û qelîamên li Kurdistanê agahî da parlamenterên Partiya Çep a welatên Yekîtiya Ewropayê. Demîrtaş diyar kir ku AKP’e ji bo polîtîkayên qetlîamwarî hêzê ji welatên Yekîtiya Ewropa digire. 

DEMÎRTAŞ: EWROPA BÊDENG E

Selahattîn Demîrtaş di axaftinên xwe de polîtîkayên qetlîamwarî yên hikûmeta AKP’ê bi zimanekî tund şermezar kir. Demîrtaş wiha anî ziman: “Heta niha 192 welatiyên sivîl hatin qetilkirin. Di nav van de 70 jê zarok, welatiyên pîr û kal in. Dîsa jimara jinan zêde ye. Lê, AKP’ê qebûl nake ku sivîl qetil kiriye. Ji ber ku dema sivîlan bipejirîne, wê nikare vî şerî bide dewamkirin. Îxlalkirina mafê mirovan didome, li kolanan cenaze xera dibin. Li Cizîrê ev 60 roj in qedexeya derketina kolanan heye. Eger pirsgirêka Kurd dûbare bikeve pêvajoya çareserkirinê de, wê ji destpêkê pirsgirêkên Sûriye û gelek pirsgirêkên din çareser bibin.”

Demîrtaş têkildarî xebatên mijara koçberan a di navbera YE û Tirkiyeyê de baş nabîne û wiha diyar kir: “Tirkiye vê weke şantaj û bazarê girtina dest rast nabînim. Welatên YE vê dizanin û bêdengbûna li hember vê jî ne exlaqî ye.”

 ‘DIVÊ YEKÎTIYA EWROPA PKK’Ê JI LİSTEYA TERORÊ DERXÎNE’

Li ser navê Koma Çep a Ewropa Babrîele Zîmmer ragihand ku bi Demîrtaş re heman gumanan dijî, diyar kir ku bi guman li pêşketinan temaşe dikin û wiha anî ziman: “Em weke Kom li PE bi partiyan heyetek mezin ava dikin, dixwazin bişînin Kurdistanê. Ev heyet tê payîn ku di hefteya yekem a meha Sibatê bişînin.

Piştre gelek parlamenterên partiya çep a welatên Yekîtiya Ewropa mafê axaftinê girtin, peyamên piştgiriyê dan gelê Kurd. 
Civîna bi berpirsiyarên parlamenteran bi bersivdayîna Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş re bi dawî bû.

...