Di panela li Parîsê de biryara ‘Li hember AKP’ê bêdeng nabin’ hat dayîn
Di panela “Di Rojhilata Navîn de şer û jin” a li Parîsê de, li hember êrîşên li Kurdistanê biryara kampanyayê hat girtin.
Di panela “Di Rojhilata Navîn de şer û jin” a li Parîsê de, li hember êrîşên li Kurdistanê biryara kampanyayê hat girtin.
Li paytexta Parîs a Fransayê di 8 Zanîngehan de, ji aliyê xebatkarên perwedeyê ve panela bi sernivîsa “Di Rojhilata Navîn de şer û jin” hat lidarxistin.
Di panelê de Têkoşîna Azadiya Kurdistan, Têkoşîna Jinên Kurd û Berxwedana Kobanê hatin nirxandin.
XWESERIYA DEMOKRATÎK
Di panela ku akademîsyenên Fransî, Lubnanî, Cezayîrî, Tûnûsî, Îranî jî beşdar bûn, ji aliyê Nûnerên Tevgera Jina Kurd ve têkoşîna jinê ya di tevahiya Rojhilata Navîn û Kurdistanê hatin nirxandin. Hat diyarkirin ku modernîteya netew- dewlet şer dide pêş, çareseriya wê jî xweseriya demokratîk e.
Di panelê de ji bo li dijî êrîşên qirkirinê yên li ser Bakurê Kurdistanê, biryara danezana îmzeyan a bi sernivîsa “Em bêdeng nabin” hat girtin.
Hinek navên ku beşdarî panelê bûn wiha ne: “Carole Mann, Evelyen Accad, Annîe Rîchard, Monîqûe Verîte, Ferîel Lalamî, Zakûa Heran, Kamila Seffta, Chrîstîane Veaûvy, Michel Sînapî, Anneîe Rîchard û Berîvan Firat.