Hawanek mala birîndar lê ne ket

Li Cizîrê 24 birîndarên ev 4 çar roj in li jêrzemîna avahiyekê asê mane û ji aliyê hêzên dewletê ve tên bombekirin, rewşa wan her nebaş dibe. Duh bi şev jî hawanek li vê malê ket.

Li Cizîrê 24 birîndarên ev 4 çar roj in li jêrzemîna avahiyekê asê mane û ji aliyê hêzên dewletê ve tên bombekirin, rewşa wan her nebaş dibe. Di nava 4 rojan de ji birîndaran 4 kes ji ber jêçûna xwînê jiyana xwe ji dest dan. Duh bi şev jî hawanek li vê malê ket.

Êrîşên dewletê yên li ser navçeya Şirnex Cizîrê di roja 45'an de jî dewam dikin. Rewşa birîndarên li Taxa Cudî di malekê de asê  mane jî kêlî bi kêlî xera dibe. Ji 24 birîndarên ev 4 roj in li benda ambûlansê ne, heta niha 4 kesan ji ber jêçûna xwînê jiyana xwe ji dest da. Şevê din jî êrîşên li ser malê hatin zêdekirin. Di encama êrîşan de hawanek din li malê ket. Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç diyar kir ku ji birîndaran Sûltan Irmak (15), Velî Çîçek (13) û Nûsret Bayer rewşa wan giran e û ber bi xeteriyê ve diçe. Tûnç diyar kir, ku hawanek hatiye avêtine ketiye bixêriyê de û di encama vê  yekê de toz û dumanek mezin ketiye hundirê bodromê. Tûnç da xuyakirin, ku vê yekê tenduristiya birîndaran xeratir kiriye.

'BILA GELÊ KURD BIKEVE NAVA TEVGERÊ'

Tûnç da zanîn, divê êdî gelê kurd bikeve nava tevgerê û wiha domand: "Berpirsyarê hemû tiştên li vir bên jiyîn Erdogan e. Hemû kesên ji xwe re mirov dibêjin, divê biherikin vir. Yên li hemberî vir bêdeng bimînin jî bi qasî Erdogan sûcdar in." Parlementerê HDP'ê Faysal Sariyildiz jî duh dabû xuyakirin ku çi bibe bila bibe wê îro biçin cem birîndaran. Sariyildiz anî ziman, ku wê bi malbatan re di seatên pêş de ji bo xwe bigihînin birîndaran bikevin nava tevgerê. 

Duh Sariyildiz li ser giranbûna rewşa birîndaran bi Waliyê Şirnexê re axivî bû. Walî diyar kiribû ku destûr nade ambûlansên girêdayî Wezareta Tenduristiyê ya Tirk biçin taxê. Walî xwestibû ku birîndar bi meş biçin nexweşxaneyê.