Altay a ji aliyê dewletê ve hat qetilkirin hat veşartin

Şîrîn Altay, ku ji ber topa hawanê ya dewleta Tirk li mala wê ya li Silopiyayê ket û bi giranî birîndar bû, li Nexweşxaneya Êlihê ya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Altay li Silopiyayê hat veşartin.

Dayika 3 zarokan Şîrîn Altay, ku di 24'ê Kanûnê de ji ber topa hawanê ya dewleta Tirk li mala wê ya li Silopiyayê ket û bi giranî birîndar bû, li Nexweşxaneya Êlihê ya 32 roj in lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Şîrîn Altay piştî otopsiya li Amedê, ji bo were veşartin ji Silopiyayê re hat şandin. Cenaze duh gihaşt Silopiyayê û girsey gel ew bir Goristana Taxa Yenîşehîrê.

Di merasîmê de malbata Altay, Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez, rêveberên HDP û DBP'ê yên navçeya Silopiyayê û gelek welatî amade bûn. Hêzên dewleta Tirk jî bi maşînên zirxî dor li goristanê girtibûn. Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Altay li ber dirûşmên "Şehîd Namirin" hat veşartin.