Dawetnameyên Cenevre-3 hatin şandin / HAT NÛKIRIN
Ji bo hevdîtina Cenevre ya di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî, Kurd bi awayekî fermî hatin dawetkirin.
Ji bo hevdîtina Cenevre ya di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî, Kurd bi awayekî fermî hatin dawetkirin.
Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê NY Staffan de Mîstûra, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk ku PYD’e jî hevbirê wê ye, dawetî hevdîtinên Cenevre kir.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên Cenevreyê, dawetiya NY gihiştiye Hevserokê Meclîsê Heysem Menna. Lê, dawetnameya hevserokê din Îlham Ehmed hê negihiştiyê.
Tê payîn ku heyeta Rojava ji Salîh Muslum,Hevserokên Meclîsê Îlham Ehmed, Heysem Menaa û Endama Meclîsa Sûrîyeya Demokratîk Rende Qesas pêk were.