Dayikên Dêrsimî: Em ê heqê xwe li Erdogan helal nekin!
Dayikên Dêrsimî nerazîbûneke tund nîşanî êrîşên dewletê yên li Kurdistanê dan û xwestin, dorpêçî were rakirin.
Dayikên Dêrsimî nerazîbûneke tund nîşanî êrîşên dewletê yên li Kurdistanê dan û xwestin, dorpêçî were rakirin.
Dayikên Dêrsimî nerazîbûn nîşanî êrîşên AKP'ê yên ji bo qirkirkinê li Bakurê Kurdistanê dimeşîne dan û gotin, "Dorpêçiyê rakin, bes zarokên me bikujin."
ERTÛGRÛL: JI BO PEREYAN DIKUJIN!
Sakîne Ertûgrûl a 70 salî nerazîbûn nîşanî parlamenterên Kurd û Elewî yên li pêşberî komkujiyan bêdeng in, da û got, "Ez ji parlamenterên Kurd û Elewî re dibêjim; Ji bo sekinandina vî şerî bila deng ji we derkeve, bêdeng nemînin! Ji bo van ciwanan bibezin. Komkujiya 1938'an mehekê dewam kir. Cîhan rabû ser piyan, mirov dimirin. Ji bo pereyan dikujin."
Ertûgrûl got, "Em aştiyê dixwazin, bila zarok nemirin. Em dixwzin ne polîs, ne leşker, ne jî gerîla bimirin. Heta ku em dayik li hev neciviyan, ev şer naqede."
'EM Ê HEQÊ XWE LÊ HELAL NEKIN'
Ertûgrûl axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Zarokên me dimirin, kesek ranabe ser xwe û nabêje aştî. Êdî bes e, kî van çekan çêdikin. Xwîna xwişk û birayan dirije. Çawa ku kes ji Kenan Evren nerazî bû, em ê heqê xwe li Tayyîp Erdogan jî helal nekin. Ji bo bibe qral van polîtîkayan dimeşîne. Û zerarê dide feqîran."
GUZEL: EM LI CEM CIWANÊN XWE NE
Xanim Guzel a 73 salî got, "Ciwan, zarok, extiyar tên kuştin. Vê komkujiyê bisekinînin" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Banga me li ewliya û ziyaretên me ne; êdî bes e! Em bang li Xizir dikin; bila ev komkujî, ev hovîtî biqede. Em di meha Xizir de ne. Xizir dizane ku dilê me bi ciwanan re ye. Em êdî nikarin rakevin. Nan jî av jî di qirika me re derbas nabin. Em li cem wan in."
Guzel got, "Birîndar, mirî bi rojan e li cem hev in. Ti wijdan vê qebûl nake."
YILDIRIM: BILA ŞER BIQEDE
Emîne Yildirim a 65 salî jî nerazîbûn nîşanî dewleta ku ciwanan qetil dike da û got, "Xizir Duzgun Bava bi zarokên me, bi ciwanên me re ye. Ji vî şerî re êdî bes e! Ev çi ye! Cenazeyên zarokên me li naverastê ne, ji ber dengê çekan gelê me nikare razê. Êdî bes e, bila ev şer biqede."