Li Gara Trenê ya Strasboûrgê di pêşengiya TJK-E çalakiya dagirkirinê

Bi armanca piştgiriya berxwedanên xwerêveberiyên Kurdistanê li Gara Trenê ya Navendî ya li bajarê Strasboûrg a Fransa çalakiyek dagirkirinê hat lidarxistin.

Ji sedî zêdetir kes di pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropa (TJK-E) danê êvarî de li hev kom bûn, ketin Gara Trenê, li qada sergirtî ya di ketina duyemîn de çalakiya rûniştinê li dar xistin. Kurdan bi pankarta, “Dewleta Tirk Bi çekên ji Ewropa dikire Kurdan qetil dike; Bertekan nîşan bidin” vekirin, dirûşmeyên “Qatil Erdogan” qîr kirin.

Çalakvanan di serî de Fransa, dewletên Ewropa yên çavên xwe ji qetlîaman re digirin protesto kirin. Çalakvanan dirûşmeyên têkîldarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berz kirin, posterên Ocalan û alên YPJ’ê rakirin.

Polîs li ser çalakiyê hatin qada çalakiyê, leşkerên li garê erkdar xwestin çalakiyê bi dawî bikin, Kurdistaniyan çalakiya xwe domandin. Çalakvanan bal kişandin ser mafdariya daxwazên gelê Kurd, destnîşan kirin ku wê li hember qetlîaman bêdeng nemînin.

Çalakvanan ji bo demek kurt karên agahdarkirinê ji bo rêwiyan kirin, dan xuyakirin ku li dijî qetlîamên li Kurdistanê wê çalakiyên xwe zêdetir bikin.

...