Brûsk Tolhildan: Divê ciwanên Kurd cihê xwe di nava refên YPS'ê de bigirin
Endamê Însiyatîfa Ciwanên Apoyî Brûsk Tolhildan, berxwedana xwerêveberiyê ya bi mehan e li dijî êrîşan tê meşandin nirxand û bang li ciwanên Kurdistanê kir, ku cihê xwe di nava refên YPS'ê de bigirin.
MELEK YUKSEL
ANF
çarşem, 27 rêbendanê 2016, 08:20
Endamê Însiyatîfa Ciwanên Apoyî Brûsk Tolhildan, berxwedana xwerêveberiyê ya bi mehan e li dijî êrîşan tê meşandin nirxand û bang li ciwanên Kurdistanê kir, ku cihê xwe di nava refên YPS'ê de bigirin.
Tolhildan di destpêka axaftina xwe ya ji bo ANF'ê de, qadên xwerêveberiyê û hevrêyên xwe yên li berxwedana Cizîr û Sûrê silav kir û serketin ji wan re xwest.
Tolhildan da zanîn, ku rêxistinbûyîna ciwanên Kurdistanê di destpêkê de bi rêbaza zanekirin û birêxistinkirina civakê hat meşandin û got, "Lê belê dewleta TC bi polîtîkayên ji bo tinekiirnê êrîş kir û ket nava hewldanên qedandina ciwanên Kurdistanê. Li dijî van hemû polîtîkayên kirêt, ciwanên Kurdistanê neçar man hem xwe hem jî civaka xwe biparêzin."
'CIWANÊN KURD NEÇAR HATIN HIŞTIN JI BO XENDEKAN BIKOLIN'
Têkildarî mijara xendek û bendan, ku medya û dewleta Tirk van weke sedema êrîşan nîşan didin, Tolhildan ev nirxandin kir:
"Bi taybetî piştî serhildanên 2009, 2011 û 6-8'ê Cotmehê yên Kobanê, pêleke mezin a binçavkirin, girtin û polîtîkayên komkujiyê hat meşandin. Ciwanên rêxistinbûyî li hemberî vê pêlê neçar ma bikevin nava helwesteke bi vî rengî. Li dijî hemû êrîşên li hemberî ciwanên xwe di bin navê YDG-H bi rêxistin kirin, YDG-H li hemberî girtin û komkujiyan bi xendekan gel û xwe parastiye. Çawa ku Hz. Mûhammed xwe ji muşrîkan parast, YDG-H jî ji bo parastina xwe û gelê xwe ji çeteyên qetlîamker, heman rê û rêbaz hilbijartiye. YDG-H çek ranekiribû yan jî xendek ne kolandibû. YDG-H neçar hat hiştin ji bo rahêje çekan û xendekan bikole. Ti kes nikare qebûl bike ku ciwan û civaka Kurdistanê qurbanî komkujiyan werin kirin. Rola dikeve ser milê ciwanên Kurdistanê YDG-H'ê hilgirtiye ser milê xwe û bi cih aniye."
'BÊDENGIYA LI PÊŞBERÎ KOMKUJIYAN, NAMERDÎ YE'
Tolhildan bal kişand ser berxwedana li qadên xwerêveberiyê û da zanîn, ku heta niha tevî hemû êrîşan jî dewlet nikare bikeve nava van qadan.
Tolhildan got, "Çawa ku li Keleha Dimdimê mirovan demeke dirêj li ber xwe dan û teslîm nebûn, rewşa îro ya li Cizîr û Sûrê jî bi heman rengî ye. Dorpêçiya 53 rojan a Stenbolê û wergirtina Stenbolê, ku di pirtûkên dîroka Tirk de pesnê wê tê dayîn û weke serketineke mezin tê nîşandan, îro li Kurdistanê pûç bûye. Îro Sûr 56 roj in li ber xwe dide, Cizîr 45 roj in li ber xwe dide. Artêşa Tirk 2. hêza mezintirîn a NATO ye. POH, JOH, SAS, komik soran li Stenbolê artêşeke taybet çêkirine û ev artêş hewl dide bikeve nava Kurdistanê. Lê belê ev 'artêşa taybet' li bin guhê berxwedana xurt a ciwanên Kurdistanê ketiye. Li qada navneteweyî ti statuyeke dewleta Tirk nemaye. Ya ku tê kirin bi temamî komkujî ye. Haya tevahiya cîhanê ji vê heye, lê bêdeng e. Ji ber têkiliya berjewendiyan, komkujiya li gelekî tê kirin ji nedîtî ve tên. Dewleta qesrê li gorî ti pîvanên şer û mafên mirovan tevnagere. Bi hovane tevdigere. Bi dûvik û artêşeke qetîlamker ên erkên xwe bêsînor in, li Kurdistanê komkujiyê dikin. Bêdengiya li pêşberî van komkujiyan namerdî ye."
BANGA LI CIWANÊN KURDISTANÊ
Tolhildan da xuyakirin, ku weke Însiyatîfa Ciwanên Apoyî ew banga çalakî û serhildana bênavber li hemû ciwanên Apoyî dikin û destnîşan kir, ku di vê dema gelê Kurdistanê şoreşê pêk tîne de divê her kes bi rola xwe rabin.
Tolhildan got, "Rola her kesî diyar e. Rola hemû ciwanên li Kurdistan û Tirkiyeyê parastina gel e. Divê hema niha werin Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Hezex, Silopiyayê û li cihê lê bin cih bigirin. Em nikarin li qetilkirina gelê xwe temaşe bikin. Em bang li tevahiya ciwanên welatparêz û sosyalîst dikin, ku li qadên xwerêveberiyê xwe bi gel re bikin yek, şoreşa Kurdistanê mezin bikin û li qada Tirkiyeyê belav bikin. Yekane hêza pêşeng a dikare şoreşa Kurdistanê pêk bîne, ciwan e."